Di 5 mehan de li Hewlêrê 3601 binçavkirî
Di 5 mehan de li Hewlêrê 3601 binçavkirî
Di 5 mehan de li Hewlêrê 3601 binçavkirî
Muduriyet Emniyetê ya Hewlêrê da xuyakirin, ku di nava pênc mehên dawî de ji ber sûcên cûda herî kêm 3601 hatine binçavkirin.
Rayedarekî servîseke taybet a polêsan Seran Letîf diyar kir ku ji ber gunehên cihêreng 1921 kes hatine binçavkirin û radestî hêzên polês û asayîşê hatine kirin. Letîf ragihand, ku 1360 kes jî ji ber pevçûnan hatine binçavkirin, hin ji wan li dû xwarina alkolê çek berdane û 146 kes jî ji ber rewşa xwe ya alkolê tevlîhevî xistine nava welatiyan, hatine binçavkirin.
Letîf her weha anî ziman, ku di nava van pênc mehan de 88 kes jî ji ber sûcê diziyê hatine binçavkirin û ji ber bûyerên narkotîk û dizîna wesaîtan jî binçavkirin çê bûne. Muduriyeta Emniyetê diyar kir, ku ji ber dijwariya nava malbatê 43 jinan serî li Saziya pêşîgirtina li dijwariya li hemberî jinê, dane û 7 zarokên wenda jî hatine dîtin û radestî malbatên wan hatine kirin.