Dewreya perwerdeyê ya Hemwelatiyên Azad û Yeksan bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya Hemwelatiyên Azad û Yeksan bi dawî bû

Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan li Hewlêrê dewreyek perwerdeyê ya der barê mijarên dîrok û pêkhateyên mirovahiyê, felsefe, dîroka Kurdistanê ya nû, jin, perwerdeya demokratîk, hemwelatiyên azad û xebatên civakî ku di 1’ê Tîrmehê de destpê kiribû, bi dawî bû.

Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan têkildarî mijarên weke dîrok û pêkhateyên mirovahiyê, felsefe, dîroka Kurdistanê ya nû, jin, perwerdeya demokratîk, hemwelatiyên azad û xebatên civakî ji bo hefteyekê dewreyek perwerdeyê ya bi navê "Dewreya Perwerdeyê ya Hişyariya Rewşenbîrî û Demokratîk" dabû destpêkirin. Nûnerên saziyên jinan, mamoste, rojnamevan, jin û ciwan beşdarî dewreya heftane ya perwerdeyê bibûn. Perwerde bi awayekî serketî bi dawî bû.

Di nava pêvajoya perwerdeyê de bi qasî pênc semîner der barê mijarên weke; “Pirsgirêkên mirov û hawirdor, hilbijartin, destûr, pêvajoya aştî û demokrasiyê” hatin dayîn. Semînera dawiyê jî li ser fîlmekî dokumenterî hat dayîn.

Dewreya yekemîn a perwerdeyê ya bi navê "Dewreya Perwerdeyê ya Hişyariya Rewşenbîrî û Demokratîk" ku 25 kes beşdar bibûn bi dawî bû. Roja dawiyê ya dewreya perwerdeyê bi nîqaşan derbas bû. Di beşa dawî ya perwerdeyê de ji aliyê Berdevkê Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan Serdar Sîtar ve ji kesên beşdarî dewreya perwerdeyê bûne re belgename hatin dayin.

Her wiha Hemwelatiyên Azad da diyarkirin ku wê heta 1’ê Îlonê heft dewreyên perwerdeyê li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê berdewam bikin û di 9’ê Îlonê de duyemîn li navçeya Ranya were destpêkirin.