Dermanfiroşên Şirnexî wê bi Kurdî xizmetê bidin

Dermanfiroşên Şirnexî wê bi Kurdî xizmetê bidin

Nûnertiya Şirnexê ya Dermanfiroşan, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, wê bi kincên gelêrî bi Kurdî xizmetê bide.

Nûnertiya Şirnexê ya Dermanfiroşan bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî, li Odeya Bijîjkan a Şirnexê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Dermanfiroş Hîdayet Mumîn li civînê axivî û bibîr xist, ku di 15'ê Gulana sala 1932'an de Celal Elî Bedirxan kovara Hawar derxistiye û ji wê rojê ve 15'ê Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pejirandin. Mumîn got, "Weke dermanfiroşên Şirnexî, em 15'ê Gulanê li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz dikin. Emê di 15'ê Tebaxê de kincên xwe yên gelêrî li xwe bikin û tevahiya rojê bi Kurdî xizmetê bidin gelê xwe. Bi vê gava biçûk re emê hewl bidin dengê Kurdî bidin bihîstin."