"Demokrasî dê kesên li hemberî pêvajoyê derkevin biqedîne"

"Demokrasî dê kesên li hemberî pêvajoyê derkevin biqedîne"

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku tevgera azadiyê ya gelê Kurd di qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriyê pêk aniye û got, " Êdî ji bilî gavên zêdekirina baweriyê, divê AKP gavên demokratîkbûnê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd biavêje. Divê aşkera bike ku ew ê makeqanûneke nû ya demokratîk amade bike"

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya li rojnameya Azadiya Welat de pêvajoya çareseriyê, helwesta tevgera azadiya gelê Kurd û berpirsyariyên dewleta Tirkiyê bi vî rengî nirxand:

"Tevgera Azadiya Kurd di pêvajoya çareseriya demokratîk de di qonaxa yekemîn de berpirsyariya xwe ya herî mezin aniye cih. Leşkerên dîl hatibûn girtin serbest berdaye, gerîla derketiye derveyî sînor. 

Komên li dûr jî dê demeke şûn de bigihîjin cihên xwe. Tevgera Azadiya Kurd di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de û di demokratîkbûnê de helwesta xwe ya erênî û bi biryar ispat kiriye. Jixwe gelek alî dibêjin PKK pêdiviyên pêvajoyê aniye cih. 

Dest ji berpirsiyariya ku divê dewleta tirk di qonaxa duyemîn de tişta ku diket ser milê wê pêk bianiya berdin, di qonaxa yekemîn de jî hêj tiştên ku pêwîst bû pêk bianiya hêj pêk neaniye. Bêguman ji gotina hikûmeta AKP’ê berpirsyariya xwe nayne cih re hêj zû ye. Behsa pêvajoya çareseriya demokratîk dike. Gava behsa pêvajoyeke çareseriyê bike wê demê tê wê wateyê, qebûl dike ku li holê pirsgirêkek heye. Bawer im behsa dema borî ya ku difikirî û bi tu awayî bi ser neket ya wekî; em ê PKK’ê û Tevgera Azadiyê Kurd tune bikin, nake. Ji ber herî zêde hikûmeta AKP’ê hîn bûye ku ev tu carî nabe. Ji ber wê mecbûr maye ku bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bîne. Hikûmeta AKP’ê cidiyeta Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê baş dizane. Ji bo wê jî Rêberê Gelê Kurd jî PKK jî difikire ku AKP cidî nêzîkê pêvajoyê dibe. 

Bêguman divê vê nêzikatiya xwe ya cidî di pratîkê de nîşan bide. Heke di dema şer de çênekirina bendav, rê û qereqolan îro hatibe bilezkirin, ji ber hişyariyên Tevgera Azadiya Kurd û nerazîbûnên gel hê jî ji vê helwesta xwe venegeriyabin divê bê gotin ku ev ji bo pêvajoyê xeter e. 

Gerîla; ji bo bendav, rê bên çêkirin, qereqol bên çêkirin, cerdevanên gund ên nû bên zêdekirin derketin derveyî sînorê Tirkiyeyê. Gerîla ji bo demokrasî û ji pirsgirêka kurd re bingeha çareseriyê bê avakirin û derfetekî bide Tirkiyeyê paşve vekişiyaye. Divê bi taybetî ev ji hêla hikûmeta AKP’ê ve bê zanîn. Ji bo wê jî divê cidî nêzîkê berpirsyariya Rêberê Gelê Kurd a li hemberî gelê Tirkiyeyê bibin. 

Pirsgirêka kurd, piştî hebûna kurdan hat înkarkirin û rastî komkujiya çandî hatin derket holê. Ev şerê sih salî û berxwedanên demên borî jî ji ber vê polîtîkayê hatin jiyîn. Divê ev ji hêla hemû kesên hişê wan li serê wan ve bê gotin. Wê demê qirkirina çandî û ew bendavên ku erdnîgariya Kurdistanê xirab dikin çima tên çêkirin? Heke dilê wan ê çareseriyê heye wê demê ew bendavên ku beşeke ji polîtîkayên qirkirin û îmhakirina çandî ne çima di çêkirina wan de ew qas israr tê kirin? Divê kurd jî raya gişti ya demokratîk jî vê bipirsin. Ev şer ji ber ku qereqol tune bûn sih salan berdewam kir? Heke ev şerê ji ber înkara nasname, ziman û çandê derketibe, qereqolên nû çima tên çêkirin? Ew riyên ji bo leşkeriyê bi awayekî lezgîn tên çêkirin bi mabesteke baş nayê pêşwazîkirin. Her wiha gelê kurd bi awayekî mafdar dipirse “Heke ew ê aştî û çareserî pêk bê wê demê ev bendav û qereqol çima tên çêkirin?”

Divê hikûmeta AKP’ê di vekişîna gerîlayan de serî li çalakiyên baweriyê dişikînin nede. Di çareserkirina pirsgirêkên bi vî şeklî de divê destpêkê gavên ku baweriyê xurt dikin bên avêtin. Di vê mijarê de tişta ku dikeve ser milê PKK’ê zêdetir dibe. Wê demê divê hikûmeta AKP’ê helwestên ku baweriyê xurt dikin û gavên bi wî rengî biavêje. Heke behsa çareseriya demokratîk bê kirin wê demê hêviya gelê kurd û raya giştî ev e. Divê AKP ji bo qonaxa yekemîn baweriya bi xwe dayne holê. 

Hêdî hêdî merheleya yekemîn diqede. Di vê rewşê de divê li gorî pêwîstiya merheleya duyemîn gavên qanûnî û destûrî werin avêtin. Êdî dor hatiye gavên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Jixwe ne tenê kurd, raya giştî ya demokratîk û pêşverû ya Tirkiyeyê jî dibêje niha dora Tirkiyeyê ye. Êdî ji bilî gavên zêdekirina baweriyê, divê AKP gavên demokratîkbûnê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd biavêje. Divê aşkera bike ku ew ê makeqanûneke nû ya demokratîk amade bike. Divê tu carî MHP’ê ji xwe re nekin hincet. Ji ber ku bi tu awayî MHP destûrê nade tiştekî têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd. Jixwe makeqanûneke ku were xwestin MHP jî beşdar bibe bi tu awayî demokratîk nabe. 

Bêguman divê CHP beşdar bibe, lê ev yek jî bi gavên berbiçav dikare bibe. Heger gavên demokratîkbûnê yên cidî werin avêtin û makeqanûneke ku demokratîkbûnê mîsoger dike were rojevê CHP ji beşdarbûnê nereve. Her wiha di rewşeke bi vî rengî de di nava CHP’ê de yên li dijî makeqanûneke demokratîk ew ê veqetin û hejmareke têr a CHP’iyan ew ê dengê erê bidin makeqanûna were amadekirin. Ji bo vê yekê jî divê AKP’ê projeyeke demokratîkbûnê ya rast deyne holê. Berovajî vê yekê bi hincetên CHP naxwaze pêkneanîna makeqanûneke demokratîk ne rast e. Di rewşa avêtina gavên demokratîkbûnê de berxwedana îro ya li dijî pêvajoyê ew ê lawaz bibe; her wiha ew ê ji holê rabe. 

PKK tişta dikeve ser milê xwe bi cih tîne. Di vê rewşê de AKP dê çi bike? Heger berpirsyariyên xwe bi cih neyne pêvajo dê çawa bi pêş bikeve? Bêguman Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî sebr in. Lê belê ev sebir ji bo ku hikûmeta AKP’ê gavên demokratîkbûnê yên pirsgirêka kurd çareser dikin beavêje tê nîşandan. Hikûmeta AKP’ê û her kes divê vê rastiyê bizanibin. 

Gelê kurd bendavan, qereqolan û riyên bi mebestên leşkerî tên çêkirin qebûl nake. Gel nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan dide. Ligel vê yekê divê kurdên li metropolan vegerin welatê xwe, yanî vegerin Kurdistanê. Her kulîlk li ser axa xwe bedew e. Kurd jî dikarin moral û bedewiya xwe li Kurdistanê bibînin. Ji bo vê yekê jî divê saziyên sivîl û rêxistinên civaka sivîl berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Divê xabateke ku vegera gundan teşwîq dike bidin meşandin. 

Berpirsyariyên vê demê jî mîna demên şer giran in. Her wiha ji ber piralîbûna xwe ji demên şer bêhtir berpirsyarî dikevin ser milê her kesî. Heke vê demê çalakbûnek pêk were dikare Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad bigihîjîne serkeftinê."