Demîrtaş: Tirkiye gav bi gav ber bi karesatê ve diçe
Demîrtaş: Tirkiye gav bi gav ber bi karesatê ve diçe
Demîrtaş: Tirkiye gav bi gav ber bi karesatê ve diçe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî Kobanê dikin, lê Serokwezîr û Serfermandarê Artêşa Tirk vê yekê înkar dikin û got: “Gelek çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê, li saziyeke fermî bi cih bûne. Li wê derê gule li Kobanê reşandine. Ev yek aşkera ye, rayedarên li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê, hin wezîfedar û hin kesên di emniyeta polîsan de ne, ev 77 roj in hevkariya DAIŞ’ê dikin. Dîmen û wêneyên vê yekê hene. Hikûmetê heta niha ti daxuyaniyek nedaye. Ev pêngav Tirkiyeyê gav bi gav ber bi karesatê ve dibe.”
Çeteyên DAIŞ’ê duh ji aliyê sînor ê Tirkiyeyê ve êrîşî Kobanê kirin. Îro bi hezaran kes li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê ev êrîş û hevkariya dewleta Tirk protesto kirin. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek û parlamenterên HDP’ê jî hatin Pirsûsê û tevlî mîtîngê bûn. Bi hezaran kes li gundê Mehser ê li ser sînor li hev kom bûn û ber bi gundê Misaynterê ve dest bi meşê kirin.
ÊDÎ EW NE BAJAROKEKE
Girseya li gel li vê derê li hev kom bû Demîrtaş li vir axivî û berxwedana Kobanê ya ku 77 roj in berdewam dike û nobeta berxwedanê silav kir. Demîrtaş di axaftina xwe got: “Serokkomarê Tirk di rojên destpêkê de mizgînî da ku wê Kobanê di nava sê rojan de bikeve. Lê berxwedana ruhê berxwedanê yê Kobanê hesab nekir. Êdî Kobanê ne bajarokek e, keleha berxwedana mirovahiyê ya li dijî faşîstan e.” Demîrtaş destnîşan kir ku YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke girîng dane destpêkirin û got ku ev 77 roj in DAIŞ nikariye Kobanê bixe destê xwe, lê vê carê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û axa Tirkiyeyê bi kar anîn û ji wir êrîş kirin.
DI DESTÊ ME DE WÊNE Û DÎMEN HENE
Demîrtaş da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî Kobanê dikin, lê Serokwezîr û Serfermandarê Artêşa Tirk vê yekê înkar dikin û got: “Gelek çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê, li saziyeke fermî bi cih bûne. Li wê derê gule li Kobanê reşandine. Em ê bi pirsin ka ev bi haya dewlet û serfermandariyê tên kirin an na. Ev yek aşkera ye, rayedarên li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê, hin wezîfedar û hin kesên di emniyeta polîsan de ne, ev 77 roj in hevkariya DAIŞ’ê dikin. Dîmen û wêneyên vê yekê hene. Hikûmetê heta niha ti daxuyaniyek nedaye. Hikûmet naxwaze dilê DAIŞ’ê bişkîne. Ev pêngav Tirkiyeyê gav bi gav ber bi karesatê ve dibe. “
AŞKERA BIKIN
Demîrtaş da zanîn ku divê hukûmeta Tirk têkildarî pêkanînên li ser sînorê Kobanê û Pirrûsê de daxuyanî bide û got: “Ger ev ne bi haya dewlet û hikûmetê pêk tên, bila daxuyaniyekê bidin û vê yekê îtîraf bikin û hesabê ji rayedarên li vir bipirsin. Gel destûr nade ku çeteyên DAIŞ’ê bi rehetî axa Tirkiyeyê bi kar bîne û komkujiyan li Kobanê pêk bîne. Ti kes li hemberî van polîtîkayan bê deng namîne. Îro ruhê Kobanê li her derê ye.”
IRMAK: DERBEYEKE GIRAN XWARIN
Piştî Demîrtaş Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak axivî û êrîşên DAIŞ’ê yên bi hevkariya Tirkiyeyê ji nava axa Tirkiyeyê pêk tên şermezar kir û bang li her kesî kir ku li hemberî van pêkanîn dengê xwe bikin. Irmak destnîşan kir ku ji ber hêzên YPG û YPJ’ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine, çeteyên DAIŞ’ê dixwazin êrîşên xwekujî pêk bînin.
Piştî axaftinên hatin kirin hezaran kes careke din bi meşê vegeriyan gundê Mehserê. Li vê derê jî dengê pevçûnên li Kobanê dihatin bihîstin.