Demîrtaş: Kurdistan stêrka Rojhilata Navîn e

Demîrtaş: Kurdistan stêrka Rojhilata Navîn e

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîtaş di panêla bi navê "Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" de destnîşan kir ku yekitiya netewî ya Kurdan wê bibe garantiya pêvajoyê. Demîrtaş got, "Rastiya Kurdistanê rastiya sedsala 21. e û stêrka şewq dide ya Rojhilata Navîn e."

Akademiya Siyasetê ya BDP'ê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn panêlek bi sernavê "Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" lidar xist û tevî Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Alîkara Hevserok Parêzer Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Bajarê Amedê ya BDP'ê Zubeyde Zumrut, endam û rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyên wê, rêveberên MEYA-DER'ê û Dayikên Aştiyê amade bûn.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di panêla bi moderatoriya Doç. Dr. Mahmût Togrûl de, bibîranîna "Şehîdên Meha Gulanê" dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku têkoşîna wan rêya wan her tim ronî dike. Demîrtaş da xuyakirin ku ji bo tevlî pêvajoya çareseriya demokratîk bibin divê herkes dîroka Kurd û Kurdistanê baş fêr bibin. Demîrtaş bibîr xist, ku erdnîgariya Kurdistanê, bi sedsalan bi têgihiştina mêtîngeriyê hatiye rêvebirin û got, "li her çar parçeyên Kurdistanê, ne Tirk, ne Ereb û ne jî Faris gelê Kurd weke welatiyên rastî yên wê axê nedîtine."

Demîrtaş ragihand ku eger gelê Kurd weke welatiyên rastî û cewherî bên dîtin, wê pirsgirêke bi navê pirsgirêka Kurd nemîne û got, "Lê belê Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê zext li gelê Kurd kirin. Hewl dan Kurdan ji rastiya xwe, ji nasnameya xwe dûr bixîne û eger bibe bi awayekî fîzîkî ji holê rake."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku ji ber van polîtîkayan gelê Kurd serî rakiriye û got, "Birêz ocalan di banga xwe ya li Amedê de nuqteya 'em çareseriyeke xwe dispêre hêza xwe ya cewherî' diafirînin'. Ev xal gelekî girîng e. Eger mîna sedsal berê hin hêz ji derve werin û li ser navê me çareseriyê ferz bike, wê ti carî aramî çê nebe."

Demîrtaş bi mînakan ragihand ku gelên li vê erdnîgarê bi sedan salan bi tenê rojekê jî xwe bi rêve nebirine û ev gotinên Ocalan bibîr xist; "Şer ne normal e, tiştekî awarte ye. Rewşa şer, hilgirtina çekê tiştekî ne normal e. Ya ku ev bi me da kirin, bi me çek da hilgirtin, polîtîkayên zordariyê yên deshilatdaran bû. Niha jî em dixwazin derbasî rewşeke normal bibin. Derveyî dijwariyê, derveyî şer û çekan, em dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêyên asayî çareser bikin."

Demîrtaş vekişîna gerîlayên HPG'ê, ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk weke şensekî gelekî mezin bi nav kir û got, "Herî zêde gelê Kurd xwedî li pêvajoyê derdikeve. Vekişîna gerîla divê weke gaveke taktîkî neyê dîtin. Birêz Ocalan ne weke taktîkî weke pêngaveke stratejîk li pêvajoyê dinêre. Divê hem dewleta Tirk hem jî raya giştî û civak tevahî, hundurê vê pêngava stratejîk dagirin.

Demîrtaş  di bedewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi sedsalane cara yekemîn e di navbera gelê kurd û TC de muzakare tê meşandin.  Ev hinekan bitirsîne  jî girînge, tişta ku divê bê kirine.  Hemû aliyên bindest yên Tirkiyeyê divê li maseya muzakereyê binêrin û divê biryara xwe ya li kîjan alî bin divê diyar bikin.  Zêde derfetên gelê kurd û bindestan nîne.  Bi taybet divê gelê kurd li paşeroja xwe binêrin û tevbigerin.

Demîrtaş balkişand ser helwesta CHP’ê û wiha got: “ Kiliçdaroglu dibêje em nekarin li pey AKP’ê biçin.  Ez jî ji Kiliçdaroglu dipirsim; Çima tu li Çelê çû mewziya leşkeran? Dema AKP’ê polîtîkaya şer dimeşand we piştgirî neda AKP’ê?  Bi salan tirkiyeyê tezkere derxist û we îmze kir, ma ev jî nayê wateya ku hun li pey AKP’ê diçin? Niha ji vê rewşa normal re çima tu dibêjî ne normale.”

Demîrtaş da zanîn  ku PKK tevgera herî mezin ya cîhanê û Rojhilata Navîne û got: “Belê niha hunê bi van re neaxivin, dê çi bikin? Xwediyê vê zîhniyetê axaftina kurdan layîq nabîne.  Dibêjin em li dijî nasnameya we rêzdarin? Ev tenê bixwe heqerete.  Her tişt ne wek berê ye, polîtîkayên we yên înkarê îflas kirine.  Êdî li Rojhilata Navîn rastiya Kurdan heye. Hunê bi vê rastiyê çawa bijîn.”

 Demîrtaş  anî ziman ku erdnîgariya Kurdistanê erdnîgariya herî mezin a cîhanê ye û  civaka herîm ezin a cîhanê ye û wiha got: “Niha ji bo biratiya gelan qezencek ava dibe. Divê kêfa we ji vê re bê.”

Rastiya Kurdistanê rastiya sedsala 21’ê ye.  Û stêrka mezin ya Rojhilata Navîne. Em niha di navbera Kaosekê de ne.  Divê ev navber baş bê tije kirin.   Saziyên dewletê pêşiya siyaseta demokratîk asteng dike û peywira sereke disa dikeve ser milê gelê kurd. Her wiha divê jin û ciwan di pêvajoya pêş de rola xwe bilîzin.”