Demîrtaş: Divê dewlet Colemêrgê ji lîsteya dijminan derxîne
Demîrtaş: Divê dewlet Colemêrgê ji lîsteya dijminan derxîne
Demîrtaş: Divê dewlet Colemêrgê ji lîsteya dijminan derxîne
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîneke rojnameya Milliyetê de axivî û got, "Divê Komara Tirkiyê, Colemêrg û gelê Colemêrgê ji lîsteya "dijminan" derxîne. Heta ku Colemêrg di wê lîsteyê de be, ti pêşketin çê nabe."
Li Colemêrgê, rojnameya Milliyetê bi mijara "Di pêvajoya çareseriyê de pêşveçûyîna Tirkiye û Colemêrgê" civîneke gel lidar xist. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku ji bo tevlî civînê bibe hat Colemêrgê, li nêzî gundê Xana Mûsa yê li ser rêya Colemêrg-Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel li vê derê bi karwaneke dirêj a wesaîtan ket ser rê û li nuqteya kontrolê ya li ser pira Yenîkopru, Derhênerê Giştî yê Rojnameya Milliyetê Derya Sazak, nûnerê Milliyetê yê Enqerê Fîkret Bîla, Defna Samyelî, Serpîl Çelîkcan, Ayşeygul Sonmez, Gungor Ûras, Can Dundar û Fûat Keyman tevlî karwanê kirin û ber bi Colemêrgê ve rêya xwe dewam kirin.
SAZAK: BILA ÊDÎ RONDIKÊN BI XWÎN NERIJIN
Girseya gel, destpêkê li ber "konê nobedê" yê li ketina bajêr ji aliyê jinan ve bi tiliyan ve hat pêşwazîkirin û dûre derbasî Otêla Sîbar a civîn lê were lidarxistin. Axaftina vekirinê ya civînê Derya Sazak kir û diyar kir, ku civînên bi vî rengî wan li Amed, Mêrdîn û Rihayê jî pêkanîne û got, "Sala 2013'an gelekî girîng e. Dema aştiyê ye. Di vê pêvajoyê de weke rojnameya Milliyetê me jî karekî serketî kir. Me notên hevdîtinê yên Îmraliyê yên navbera BDP û birêz Ocalan de weşandin û gel agahdar kir. Weke rojnamevanên li herêmê, em ji bo aştiyê xebitîn. Em dixwazin êdî rondikên bi xwîn, nebarin. Ji bo şewqa çavê dayikên li konê nobedê me pêşwazîkirin, em aştiyê têkûz bikin."
Dûre Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoglû peyivî û got, "Eger dengê aştiyê ji Colemêrgê bilind bibe, hingî emê zanibin ku aştî hatiye Tirkiyê. Li Tirkiyê bajarê ku herî zêde êş dîtiye, girî dîtiye Colemêrg e. Xizmeta dewletê deyne aliyekî, li hemberî me nêzîkatiyeke însanî nehat kirin. Eger em îro li vê derê tiştna parve dikin, em bi piştevaniya gelê xwe re bi ser dixînin."
"PAŞDE HIŞTINA COLEMÊRGÊ, NE RASTHATINEKE"
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Gava hûn li rojavayê Tirkiyê Colemêrgê ji kê bipirsin wê ji were bêjin "Ew der terorîst e", "Li wê derê rêxistin heye." Gava mirov li dîroka damezrîna PKK'ê binêrin, tê dîtin ku paşdehiştina bajarê Colemêrgê bi şer ve ne girêdayî ye. Colemerg ji dema avabûna xwe û vir ve li paşde hat hiştin. Ne rasthatineke ku Colemêrg di warêi civakî, aborî û çandî de weke bajarê herî paşdehiştî yê Tirkiyê tê dîtin. Tirkiye naxwaze ev bajar bi pêş ve biçe. Ev herêma ku weke Kurdistanê tê naskirin, bi salan weke cihekî "gefxwarinê" hat fêmkirin û li sirgûn, koç û şewata gundan rast hat."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Ne xwestine gelê xeter ê herêma xeter xwe bi rêxistin bike. Polîtîkaya fermî ya Komara Tirkiyê ev e. Li Colemêrgê rêjeya bêkariyê ji sedî 50 ye. Mifteya çareseriyê ev e; Divê Colemêrg û gelê Colemêrgê ji lîsteya "dijminan" a Komara Tirkiyê bê derxistin. Em di pêvajoyeke ku ev pirsgirêk tê nîqaşkirin de derbas dibin. Li Tirkiyeke cihêreng, hemû pirsgirêk bi tenê li Enqerê çareser nabe. Bila rêveberiyên herêmî ava bibin. Em ji vê re dibêjin xweserî. Ev gel dixwaze ji aliyê mirovê dilbijêre ve were rêvebirin. AKP'ê ji Colemêrgê deng negirtiye, lê AKP Colemêrgê bi rêve dibe. Eger hûn dixwazin pirsgirêkên herêmî li herêman çareser bibe, hingî bihêlin bila kesên li herêman hatin hilbijartin,wan herêman rêve bibin."
Demîrtaş bal kişand ser girtina deriyên sînor ên li herêmê û got, "Li Colemêrgê du deriyên sînor girtî ne. Enqere wan venake. Ji ber ku Enqere baş dizane, van deriyan veke jî veneke jî wê ji Colemêrgê dengan nestîne. Eger deriyên sînor bê vekirin, Bêdlis bi xwe jî wê xwe ji vir xwedî bike. Zozan li gelê Colemêrgê hatiye qedexekirin. Eger li Colemêrgê bi tenê tûrîzma xwezayê bê kirin, wê pirsgirêka bêkariyê çareser bibe."
Demîrtaş gotinên Erdogan ên digot, "Gelê Colemêrgê ji ber tirsê deng dide BDP'ê" bibîr xist û got, "Ev heqareteke li gelê Colemêrgê. Em weke BDP dixwazin ji Edîrne heta Colemêrgê herkes li pêşberî qanûnan wekhev bin. Eger hin ji wan rabe perwerdeya zimanê dayikê bixwaze, ev mafê wan e divê were dayîn. Li vê derê cihêkariya pozîtîf şert e."
Rojnamevan Fîkret Bîla jî ji ber hatina xwe ya Colemêrgê kêfxweşiya xwe anî ziman û Can Dundar jî destnîşan kir, ku hatina wan a Colemêrgê gelekî watedar e.