Demîrtaş: Dirûşma "Tirkiye ya Tirkan e" têk çû

Demîrtaş: Dirûşma "Tirkiye ya Tirkan e" têk çû

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di hevdîtinên xwe yên li Sêrtê de got, "Dirûşma 'Tirkiye ya Tirkan e' têk çûye. Ev welat, welatê me hemûyane."

Di çarçoveya gera Bakurê Kurdistanê ya bi şiyara "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" de, heyeta BDP û KCD'ê îro li Sêrtê bi karsaz, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, muxtarên tax û gundan re, di firavînê de hatin cem hev. 

Di firavîna li Mala Mamosteyan a Sêrtê de, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Ehmed Turk û Aysel Tûglûk, parlamenterên BDP'ê û Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak amade bûn. 

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li vir axivî û got, "Em ketine pêvajoyeke ku êdî di şûna çekan de gotin û siyasetê biaxive. Eger em di vê pêvajoyê de neaxivin, daxwazên xwe nînin ziman, bi zimanekî rewa xwe ji cîhanê re nede bihîstin, bawer bikin di dema çêkina destûra bingehîn a nû de kesê nirxên demokratîk li ber çavan negire." 

Hevserokê BDP'ê da xuyakirin, ku ji bo pêvajoya çareserî û demokrasiyê mayînde bibe, çi ji destê wan were ewê bikin û ev xal destnîşan kir; "Dirûşma 'Tirkiye ya Tirkan e' ku hin alî bilêv dikin, êdî têk çûye. Ev welat, welatê me hemûyane. Eger weha be, hingî emê hemû bi wekhevî û azad li vê derê bijîn. Ne cihekî din heye em biçin, ne jî niyeta me ya çûyînê heye. Ev der welatê me hemûyane. Deynê stuyê me hemûyane, ku em vê axê bikin bihuşt. Em bi vê nêrînê nêzî pêvajoyê dibin."

Demîrtaş ji rêxistinê civakî yên sivîl û pişeyî xwest, piştgiriyê bidin pêvajoyê û diyar kir, ku bi serketina vê pêvajoyê re modêlek ku karibe ji Rojhilata Navîn re bibe mînak, wê derkeve holê. Demîrtaş got, "Aştiyek li vê derê mayînde bibe, dikare heta Fîlîstînê li gelemperiya Rojhilata Navîn bibe xwedî bandor."

Piştî axaftinan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak diyarî da endamên heyetê.