Demîrtaş: DAIŞ û AKP bûne yek, êrîşî Kobanê dikin

Demîrtaş: DAIŞ û AKP bûne yek, êrîşî Kobanê dikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 1'emîn Kongreya HDP'ê ya Dîlok'ê de axivî. Demîrtaş bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û alîkariya dewleta Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: "Ev çeteyên DAIŞ'ê ti eleqeya wan û îslamiyetê tune ye. Her wiha AKP jî ti carî li hemberî wan nesekînî ye û her tim piştgirî daye wan. Bi dîmen û wêneya her tişt derket holê. Çeteyên di embarê genim yên TMO'yê de êrîşî Kobanê dike û li ber çavên leşkerên Tirkiyeyê derbas dibin. AKP heta niha ev çeteyên hov red nekiriye. Ji DAIŞ'ê je re deriyên xwe vekiri ye. DAIŞ û AKP bûne yek, êrîşî Kobanê dikin. Divê dev ji ev karê qirêj berdin."

Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê 1’emîn Kongreya Asayî ya navenda bajar li Eywana Dawetê Duruyê bi beşdariya hezaran pêk hat. Di eywanê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, alên KCK û PKK hatin daliqandin. Her wiha pankartên “Em ê bi bîrdoziya modernîteya demokratîk bi ser bikevin" , "Em berxwedana Kobanê silav dikin" û "Arîn Mîrkanên ku xwe feda kirine wê me bi ber ve azadiyê ve bibin" li eywanê hatin daliqandin. Ligel bi sedan delegeyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, ÎHD, MEYADER, Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demîrtaş, Endamên MYK ê HDP Garop Paylan, endamê PM ya HDP Mehmet Bozgeyîk û Dogan Erbas ji di kongreyê de cîh girtin. Piştî dîwana kongreyê hat hilbijartin ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştî hilbijartina dîwan û rêzgirtinê Demîrtaş axivî.

'GEL BIRÇÎ YE HÛN JÎ CIHÊ PERE TÊXINÊ NEMAYE'

Demîrtaş diyar kir ku di dema hikûmeta AKP'dê bêkarî gihaştiye asta herî mezin û her wiha mirinê jî di dema şixulê ji zêde bûye. Demîrtaş bal kişand ser qesra Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û wiha got: "Erdogan dibêje ku 'em zikên xwe bi xurmeyekê dije dikin' lê mixabin qesra te jî hezar odeyên wê hene. Ciyê hûn pere têxinê nemaye. Ev çawa kevneşopiya peyxamber e. Te ji ber wî hawî qesra ji hezar odeyî pêk tê çê kir? Tu gel êdî nikar e bixapînî. Gelê me di xaniyên şevnişîn de dimîne, cihê lê bimîne tune ye. Tu jî di Aksaray a xwe perê xwe bijmêr e. Gel bi sergina xwe germ dikin lê belê serokomarê me ji bo îtîbara wî xera nebe qesrê çê dike."

'ÊN VÊ CUDATIYÊ DIXIN NAV GELÊN ÊN HERÎ NAMERD IN'

Demîrtaş gotinên Erdogan ên “wekheviya jin û zilaman li dijî fitratê ye” rexne kir û wiha pêde çû: "Ên di vê hişmendiyê de be dê çawa bahsa wekheviyê bike. Ên jinan biçûk dike dê çawa serokomariyê ji gelan re bike? Ên vê cudatî ya dixin nav gelên yên herî namerd ew e. Partiya me hemû gelan hemû hembêz dike. Em tu cudati yê naxin nav jin û mêran. Peyvek bi kurdî heye. Jin ji jiyanê têbe. Ji ber vê yekê biqasî em cîh dide jina kes biqasî me maf û qiymet nadin wan. Her wiha di partiya me de gorî partiyên din herî zêde em in. Erdogan bû serokomar dîsa jî ji ev tebhê xwe berneda. Wek serokwezîrê AKP'ê dixebite. Qanûnên di meqeqanûnê de tune ye bi zora xwe dixê û wek qralperesta bi awayekî monarşî pergala xwe dixe dewrê. Em qet nahêlin ew vê dîktatoriya xwe bidomîne."

'ÊM Ê LI SER NAVÊ HDP TÊKEVIN HILBIJARTINA 2015'AN'

Demîrtaş li ser hilbijartina 2015'an ji axivî bilêv kir ku dê êdî bi partiya HDP'ê têkevin hilbijartinê û wiha domand: "Ez li vir dibêjim ku em ê baraja sedî 10'an derbas bikin û em ê li Dîlokê ne parlamenterekê, em ê parlamenteran der bixin. Em ê vê bendavê ji holê rakin. Heger gelê me li pişta me be em ê van xwînwaran ji holê rakin. Wan erdê me ji me stendiye, em koçber kirine, baweriya me ji me stendine, zimanê me ji me stendine, nanê me, mala me, rezê me hemû tiştên me ji me stendine. Tiştekî em winda bikin nemaye. Tenê rûmeta me maye. Dixwazin rûmeta me jî ji me bistînin û çong û sitûyê xwe li ber wan bitewîne. Ji ber vê yekê HDP hevîya wî welatî vî gelî ye. Em ê qesr û serayên wan li wan bikin zindan."

'AKP TI CARÎ LI HEMBERÎ VAN ÇETEYAN NESEKINÎ'

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de ji bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û alîkariya dewleta Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: "Ev çeteyên DAIŞ'ê ti eleqeya wan û Îslamîyetê tine ye. Her wiha AKP jî ti carî li hemberî wan nesekîniye û her tim piştgirî daye wan. Bi dîmen û wêneya her tişt derket holê. Çeteyên ji embarên genim a TMO'yê de êrîşî Kobanê dike û li ber çavên leşkerên Tirkiyeyê derbas dibin. AKP heta niha ev çeteyên hov red nekiriye. TMO girêdayî Wezareta Çandiniyê ye û cihekî fermî ye. Ji bo çi dengên xwe dernaxin? Her tişt derket holê. Demê buhrî jî dîsa jî me ev dîmen û helwest dîtibûn. Divê hikûmet vê yekê aşkera bike. Ên li sînor nobetên digirin tu bi copan êrîşî wan dike. Ji DAIŞ'ê re deriyên xwe vedike. Gelo haya we jî wan çeteyên barbar tune ye. Ka pîvanên te yên angajmanê çi bû? Gelo serokwezîr destûr daye wan an jî na? Çawa ew derbas dibin?. Biqasî helwest û zimanê serokwezîr û serokomar li ser HDP'ê dijwar e li ser ew çeteyên hovane ne dijwar e. Bila hûn zanibin, bi vê helwestê tu aştî ava nabe. Hişê xwe bidin serên xwe. Em ji aştiyê pêvtir tiştekî din nafikirin. Kenan Evren, Tansû Çîller, Dogan Gures û Suleyman Demîrel jî bi vê helwestê nêzîk dibûn, lê mixabin dawiya wan diyar e. Evren di nav doşekê de duayê mirinê dike. Hûn jî di riya wan de diçin. DAIŞ û AKP bûne yek, êrîşî Kobanê dike. Divê dev ji ev karê qirêj berdin."

Piştî axaftina Demîrtaş û xwendina raporên malî û xebatan hilbijartin pêk hat û Mehmet Karayilan, Dîlan Çetînkaya bûn hevserokên HDP’ê ya navenda bajar ê Dîlokê.