Demîrtaş: Akûbeta wendahiyan ronî nebe, aştî nayê
Demîrtaş: Akûbeta wendahiyan ronî nebe, aştî nayê
Demîrtaş: Akûbeta wendahiyan ronî nebe, aştî nayê
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma xwe de got, "Heta ku hukûmet û Tirkiye rûqalî rabirdûya xwe nebin û komîsyona lêgerina heqîqetê ava nekin û hesap nedin, aştî pêş nakeve. Divê berî her tişti hukûmet nebe hevkarê komkujiyê û gorên komî û windayan ronî bike û girtiyên siyasî tevan serbest berde."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di civîna koma xwe ya meclisê de geşedanên di nava hefteyê û pêvajoya dawî nirxand. Demirtaş, bal kişand ser windayan û diyar kir ku dayika Berfo Kirbayir kurê xwe nedît û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Li gel ku hikûmetê soz da wê û malbatên din tu lêpirsîn nekir û tu dosya zelal nekir." Demîrtaş, bal kişand ser komxebata ÎHD'ê ya Amedê ya "Windayan" û wiha got: "Her roj malbat li benda agahiyek der barê windayan de ne. Di demek wisa de em siyasetmedar nikarin bêdeng bibînim. Divê em vê yekê ronî bikin û komîsyonên heqîqetê ava bikin. Hêj Tirkiye îmze neavêtiye Danezana Windayan a Navneteweyî. Hêj hikûmeta AKP'ê ji îmzekirina vê danezanê direve. Ev mijara şermê ye. Ger ku hikûmet vê danezana Neteweyên Yekbûyî îmze neke hevparê vê komkujî û windayan e. Ji ber vê yekê em bang li hikûmetê dikin ku vê danezanê îmze bike û nebe hevparê van winayan."
Demîrtaş anî ziman ku li 253 nokteyan gorên komî ku aydî 3248 kesên hatine windakirin li benda vekirinê ye û wiha got: "Li Motkiya Bedlisê û hin cihên din xebata gorên komî hatin kirin. Lê ev kolandin li dijî protokolên navneteweyî hatin kirin. Li gorî rêbazên mînoseto tev negeriya û bi kepçeyan gor vekirin û delîlên heyî jî winda kirin. Em ser van rastiyan bigirin û wekî ku tiştek nebûbe tev bigerin em nikarin ber bi demokrasiyê ve gav bavêjin."
ÎNKARKIRINA NASNAMEYA KURD Û ÇERKEZAN
Demîrtaş, anî ziman ku 21'ê Gulanê 149 sal berê di şerê Rûs a Kafkasan de gelê Çerkez hatin sirgûnkirin û ji axa xwe hatin sirgûnkirin û li Libya Misir û Sûriyê bi bicih bûn û wiha berdewam kir: "Niha bi milyonan gelê Çerkez ên hatine li Tirkiyeyê bi cih bûne. Me di pêşnûmeya makeqanûnê ya pêşkêşî meclisê kir de xwest ku hemû civakên di nava sînorê komara Tirkiyeyê de dijîn hemû civak netew bi ziman, çand û nirxên xwe bijîn. Lê mixabin li Tirkiye gelê Çerkez wekî kurdan rastî polîtîkayên komkujiyê hatine û nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û ziman, nasname û çanda xwe bijîn. Niha Çerkez li Rusya Sor bi çalakiyan vê sirgûnê şermezar dikin. Li Herêma Mêrga Sor ji ber ku bi 10 hezaran Çerkez lê hatin qetilkirin navê Çirga Sor lê hate kirin. Li vê herêma Çirga sor ku bi xwîna wan sor bû niha olîmpiyatan lê çê dikin. Ev neheqiya herî mezin li Çerkezan tên kirin. Li şuna ku wan bibîr bînin, li qada ku Çerkez lê qetil kirine olîmpiyatan lê pêk tînin. Ev li dijî mafên mirovan e. Em dixwazin Parlamentoya Tirkiyeyê komkujiya Çerkezan nas bike û em piştgiriya xwe û hurmetê xwe ji gelê Çerkez re tînin ziman. "
Demirtaş, bal kişand ser xebatên destûra bingehîn a nû û wiha got: "Niha niqaşên Serokatiyê û nîv serokatiyê tê niqaşkirin. Nêzî salek û niv e Komîsyona Lihevhatina Destûra Bingehîn a nû amadekarî û metînan amede dike û tîne cem hev. Lê heta niha 4 partiyên meclisê ji sedî 25 li hev kirine. AKP, MHP û CHP wekî ku yên li hev nakin em bin her tiştî nîşan didin. Lê pêşnûmayên wan yên derbeya leşkerî û salên 1982'ê yî. Ger ku dê destûra bingehîn a 82'an jinûve bê qebûlkirin û tu guhertin çênebe, wê demê çima em li ser destûra bingehîn dixebitin. Ger ku dê destûra bingehîn a berê be, ji xwe Kenan Evren pêk aniye. Na ger ku destûra bingehîn a nû tê xwestin û wê demê divê pêşnûmeya BDP'ê li ber çavan bê girtin. Ger ku dê ziman, nasname, baweriyên din bên înkarkirin, dê komkujiya çandî pêk bê wê demê çima em niqaşên guhertin dikin. Wê demê çima Komîsyona Lihevhatina Destûra Bingehîn hat avakirin. Bi hişmendiya yekdest, kevneperest dê çi bê guhertin. Civaka Tirkiyeyê ji yek ziman, yek çand, yek bawerie pêk nayê. Em dixwazin ku di destûra bingehîn a nû de hemû civak bi reng, bawerî, ziman û çanda xwe bijîn. Encax destûra bingehîn a nû pek bê. Derdê AKP, CHP û MHP'ê lêgerîna 'Em dê çawa destûra bingehîn a nû asteng bikin' e.
DIVÊ HUKÛMET JI PERGALA SEROKATIYÊ VEGERE
Demîrtaş, anî ziman ku divê ewil AKP dest ji pergala Serokatiyê vegere û got: "Divê hikûmet pergala Serokatiyê Divê li ser destûra bingehîn a nû raweste. Tirkiye ji bo destûra bingehîn a nû dikare di sala 2013-2014'an de biçe referandûmê. Em li hemberî vê yekê dernakevin. Hemû partiyan di hilbijartinê de soza ku destûra bingehîn a nû ava bike da. Em dê li pey vê soza xwe bin û ji bo vê peymanê têkoşînê bidin."
Demîrtaş, xwest berî reforma destûra bingehîn reforma zagonan pek bê û pakêta demokrasiyê têkeve meriyetê. Demîrtaş, xwest berî her tiştî siyasetmedar, rojnameger û parêzerên girtî serbest bên berdan û wha got: "Di pêvajoya ku rojnameger, siyasetmedar û parêzer girtî bin destûra bingehîn a demokratîk û nû pêk naye. Divê di hilbijartinê de ji reformên demokrasiyê pêk bên. Divê hilbijartinên demokratîk pêk bên û astengiyên li pêş hilbijartinê rabin. Divê zagonên partiyên siyasî, bendavên li pêş hilbijartinê bên rakirin. Divê alîkariya xazinê ya li partiyan tê belavkirin bi dawî bibe. Ger ku hûn ji xwe bawer bin werin em bendava hilbijartinê nakin. Werin em alîkariya xazînê adîl û wekhev belav bikin. Ev çawa edalet e. Hin partî di nava alikariya xazînê de vedigizin, lê hin jî nikarin pariyekî jê sûdê bigirin. Li gel van astengiyan bi alîkarî, hêza cewher û berxwedana gel em di 2 hilbijartinan de tên meclisê. Divê berî her tiştî zagonên terorê, zagonên meş û xwe pêşandan û gelek zaganan bên guhertin. Ligel hemû astengyian em li vir in. Niha 3 partî wekî ku hemû malê wan e di nava xwe de parvedikin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev li dijî pêvajoya aştî û çareseriyê e. Di vê pêvajoya ku gerîllayên PKK'e vedikişin ev firset û dema rastkirinê ye. Hêj hikûmet li benda çiye. Heta niha behsa astengiyan dikir. Lê ev astengîe jî ji holê radibin."
GIRÎNGIYA KONFERANSA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ
Demîrtaş, anî ziman ku ew ketine pêvajoya ku her kes dakevin kolanan û daxwazên xwe bînin ziman. Demîrtaş xwest ku hikûmet jî li hemberî daxwazên gel guhê xwe û çavê xwe veke. Demîrtaş, bal kişand ser konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqereyê pêk bê û wiha got: "Ev konferans pir girîng û watedar e. Em amadekarên vê konferansê pîroz dikin û heta dawî li pişt wan in. Em bang li kesên ku dixwazn pêvajoyê fam bikin dikin û dixwazin tev li konfransê bibin. Me got em dê pêvajoya siyaseta demokratîk bimeşînin û em ketin rê. Ev konferansa ku dê pêvajo çapa bê birêvebirin." Di 8-9'ê Hezîranê de jî bi heman armancê dê li Amedê konferans bê lidarxistin. Bi hemû hêz, rêxistin û tevgerên ku di van konferansê de daxwaz û biryarên xwe bîkin yek dê pêvajo bi ser bikeve. Ger ku hikûmet dixwaze guh bide daxwazên gel wê demê divê van konferansan esas bigire û li ber çavan bigire.
Demîrtaş, anî ziman ku BDP xwedî rastiya gelê bi rêxistin û polîtîk e û hêza wan heye. Demîrtaş da zanîn ku gelê kurd ne gelekî belengaz û bêçare ye û hêza wan heye ku pêvajoyê bimeşînin û wiha got: "Li Tirkiyeyê dê teqez demokrasî bi ser bikeve. Ger ku Tirkiye dixwaze di qada azadî û demokratîkbûnê de ji xwe ji nû ava bike wê demê divê ji nûve li xwe binere. Ger ku hikûmet bersîvê nede vê yekê û vê ratiya xwe li ber çavan neke dê di nava rûpelê dîrokê de winda bike."
Demîrtaş, bal kişand ser girtiyên siyasetmedar û wiha berdewam kir: "Em dibêjin bila Dadgehên Rayeya Taybet bên rakirin. Ne siyasetmedar tenê bi hezaran mirov ji ber van dadgehan hatin girtin. Duh li Qersê welatiyê 80 salî hat girtin. Niha parlamenter, şaredar û rêveberên me bi salan in girtî ne. Welatiyên ji ber xwestine xwînîtiya di nava malbatan de çareser bikin ji doza KCK'ê tên girtin."
DIVÊ DOZGER Û DADGER BÊN CEZAKIRIN
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, dozger û dadger jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Hevalen me yên ji doza KCK'ê tên darizandin ceza girtibin jî divê hatibûna berdan. Ji ber ku bi îdîaya tên darizandin gerek 4 salan hatibûna girtin û serbest berbûna. Lê ji ber ku hêj darizandin didome nehatine berdan. Dozger û dadger sûc dikin. Em dê çawa baweriya xwe ji edaleta van dadgehan bawer bikin. Dozger û dadgeh divê bên darizandin û cezakirin. Siyasî tev digerin û rêgezê dadê binpê dikin. Dadgehên ku Erdogan ceza kirin nebaş bûn, niha baş in. Hêj 35 parêzer girtî ne. Ji Komeleya Hikûqnasên Hemdem 9 û ji parêzerên Buroya Hiqûqê 26 parêzer girtîne. Em silavên xwe ji parêzerên girtî re dişînin.
Dîsa girtiyên nexweş serbest nayên berdan. Hêj li girtîgehê nexweşên li ber mirinê ji ber Rapora Saziya Tipa Edlî nayên berdan. Niha Abdulsamet Çelîk di sînorê mirinê de ye. Lê hêj nayê berdan. Taylan Cîntay, hêj duh emeliyat bû. Li gel ku raporên wan ji mere hatin jî dîsa nayên berdan. Ev çi nakokî û edalet e. "