Dema çeteyan êrîşî derî kir û ceyrana Pirsûsê qut bû

Dema çeteyan êrîşî derî kir û ceyrana Pirsûsê qut bû

Di dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî deriyên sînor ê Murşitpinarê kirin, li navçeya Pirsûs a Rihayê jî ceyran hat birîn.

Îro di saetên serê sibê deriyê Murşitpinarê rastî êrîşeke dijwar a çeteyên DAIŞ'ê hat. Çeteyan ji embarên genim ên Tirk ve êrîşî Kobanê kirin. Di heman demê de îro ceyran li Pirsûsê hat birîn. Xebatkarên Navenda Ceyranê ya navçeya Pirsûs a Rihayê diyar kirin ku şevê din ji wan hatiye xwestin ku di saetên serê sibê de li navçeya Pirsûsê hin transên ceyranê biguherin. Wan jî li ser vê daxwazê di navbera saet 04.00'an û 05.00'an de ceyran birîn.

Hêjayî gotinê ye ku di saeta ku ceyran têde qut bû de çeteyên DAIŞ'ê ji embarên genim ên Tirkiye êrîşî deriyê sînor ê Murşitpinarê kirin.

Îro Waliyê Rihayê Ezeddîn Kûçûk di hevdîtineke bi parlamenterê HDP'ê yên Rihayê Îbrahîm Eyhan re diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li xaka Tirkiye ye ne û ji Tirkiyeyê ve êrîşî bajarê Kobanê dikin.