‘Dem dema Rizgariya demokratîk û jiyana azad e’

‘Dem dema Rizgariya demokratîk û jiyana azad e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, di pêvajoya çareseriyê de bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn a nû û got, "Divê destûra bingehîn di warê nasnameyê de xwe nespêre yek rengî, azad û demokratîk be." Ok der heqê tengezariya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de got, "Pêwîste hemû Kurd li mafên hev rêzdar bin. Gelê Kurd dixwaze bi tenê azadî û yekitiyê bibihîze."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê Sabrî Ok, li ser vekişîna hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê, Konferansên Aştî û Demokratîk, rêveçûna pêvajoya çareseriyê û bûyerên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, ji ANF'ê re axivî.
 
Nameya Rêberê Gelê Kurd ya ku di Newroza Amedê de hatiye xwendin di hemû cîhan de guhartinên cidî bi xwe re derxistin holê. Hûn pêvajoya ku we navê wê kiriye pêvajoya demokratîkbûnê bi giştî çawan digirin dest?

Nameya rêbertî ya ku di Newroza Amedê de hatiye xwedin me nav lê kir ku ew ji bo me weke dekleresyon û menefesto ye. Bê guman ji bo me wateyek wê ya stratêjîk heye, Rêberê me rewşa cîhanê, rewşa Rojhelata Navîn û hêza wê ya heyî û rewşa ku îro mirovatî tê de ye, bi perspektîfeke dîrokî nirxand. Her wiha 40 sal têkoşîna tevgera me û têkoşîna gelê kurd û rastiya dagirketiyê hemû tişt dan ber çavan û careke din analîz kir û Rêberê me xwest gaveke stratêjîk bavêje. Ji ber vê em vê pêvajoyê weke pêvjoyeke nû bi nav dikin. Ev pêvajo jî pêvajoyeke siyasî, civakî û demokratîke. Heyanî niha gelê kurd bi têkoşîna xwe pir encam bi dest xistin, rêbertî jî dibêje; “mirovê kurd yên ku di dîrokê bê kesayet mabû careke din bû xwedî kesayet.” wiha pêşiya hinek xeteriyan hate girtin. Ji ber êdî ne pêkane ku gelê kurd bi riyên asîmlesyonê ji rastiya wî were dûr xistin û êdî riya vê yekê hatiye girtin. Ji ber bi derketina şoreşê re çandek derkete holê. Ji nû ve kesayetek avakir, ji ber ku şoreşê mirovên kurd yek bi yek girte dest û ji nû de afirand. Her wiha riyên komkujî û jînosaytê jî hatin girtin, ji ber dagirkeran di dîrokê gelek tişt bi serê gelê kurd anîn, mîna komkujî û qirkirinê. Êdî dagirkerên ku li ser kurdan dagirkeriyê dikin nikarin vê yekê jî bikin û encamê bi dest bixin. 

Heyanî niha gelek hedefên me hebûn me pêk anîn, lê yên me pêk ne anîne jî hene. ji ber vê rêbertî got ger derfet hebe, zemînê vê yekê çêbibe û dewleta tirk jî amede be û gavên ber bi çav bavêje, di aliyê hişmendî de guhartinên bingehîn pêşbikevin em dikarin hedefên xwe yên ku nîvçe mane jî bi têkoşîneke siyasî pêk bînin.” Nameya rêbertî ne tenê ji bo gelê kurd bû, bi taybet ji bo gelê turkiyê, kêm netewên din û civakên olî û hemû kesên azadîxwez xwedî wate, girîng û nêzîkatiyeke dîrokiye bû. Her wiha weke em dizanin ku hemû pirsgirêkên Rojhelata Navîn hev bandor dikin, bi taybet dema ku pirsgirêk ya kurd be, hîn zêdetir bandor bûn çêdibe. Ji lewma ji bo azadiya gelê kurd û hemû gelê herêmê ev nêzîkatiyeke nû bû, ji bo bi biratî bi hev re jiyandin di herêmê de pêk were wê ev gav bi xwe re gelek destkeft û serkeftinan bîne. Rêberê me di vê mijarê de jî ji xwe bawere û tevgera me jî vê pêvajoyê fêm dike û dixweze bi girîngiya vê pêvajoyê gavan bavêje û bibe bersîv. Lê her tişt ji me dest pê nake û bi me jî bi dawî nebe, derveyî me kesên din jî hene û bi taybet jî dewleta tirk heye, nêzîkatiye wan jî girînge. 

Hemleya ku we dest pê kiriye ne tenê siyasî ye di heman demê de civakî ye. hûn vê pêvajoyê di çi astê de bi rêve dibin û asta amedekariyên we çi ne?

Dema ku em dest bi vê pêngavê dikin ev nayê wateya ku em têkoşînê didin rawestandin, yan jî têkoşîn bi dawî dibe. Berovajî ev têkoşîn hîn nû dest pê dike, lê wê têkoşîn bi şêweyeke nû bi rêve biçe. Vê carê wê têkoşîn bi baweriyeke hîn xûrtir û bi zanebûneke xwe dispêre zanebûneke nû têkoşîna me dest pêdike. Di vê mijarê de jî amedekariyên me hene, hem di aliyê tevgera azadiyê de hem jî di warê gel de me amedekariyên xwe kirine. Ji lewma wê ji vir û şunda erkên civakê hîn zêdetir bibin, ji ber rolê civakê û saziyên sivîl hîn girîngtir dibin. Erkên me yên demokratîk, siyasî û civakî hîn zêdetir wê derkevin pêş. Bi taybet pergala tevgera me dîsa peradîgma rêbertî dana jiyandin û rêxistin kirin û derbasî nava civakê kirin û îradeya gelê kurd ya demokratîk derxistina holê girîne û erka herî serekeye. Her wiha em dixwezin di vê pêvajoyê de siyeseteke xwe dispêre gavên siyasî û dîblomatîk bi rêve bibin. Ji ber vê em dixwezin di vê pêvajoyê de nêzîkatiya tevgera xwe hîn zelaltir ji her kesî re eşkere bikin û em dixwezin ji berê zêdetir têkoşîna vê yekê bibin. 

Heyanî niha 5 komên gerîla paşde vekşîn, di vê mijarê de pilanên we çine? Piştî vekşîna hemû komên gerîla wê ev hêz di çi pozosyonê de bin?

Heyanî niha pênç komên gerîla gihîştin Herêmên Paratina Medya û hêdî hêdî hemû komên din jî wê werin, hinek ji wan jî bi rê de ne. Paşde kişîna gerîla hem li ser bingehê biryara Rêberê me ye, hem jî yek ji pêdiviyên vê pêvajoyê ye. Gelek nîqaş di vê mijarê de pêk tên û goman hene ji ber bû mijara şîroveyê. Ew komên tên başûrê kurdistanê bê goman û pir vekirî em tînin ziman ku vekşîna gerîlan ne ji bo hesabên cûda ne. Hinek kes bi goman nêz dibin û dibêjin; PKK hêzên xwe vedikşîne gelo hesabên wan yên veşartî hene? Yan jî wê hêza xwe li dijî Îranê bi kar bîne û şer bike? Her wiha Îraqê ne rihet bûne xwe anî ziman û got; gelo PKK hêza xwe dikşîne ji bo Kerkokê ye? Em vê yekê pir eşkere tînin ziman ku gomanên wiha ne rast in. Paşde vekşîna hêzên HPG’ê tenê ji bo pêwîstiya vê pêvajoyê ye. Em dixwezin di bakûrê kurdistanê de pêvajoyeke nû pêşbixin, ev pêvajo jî xwe dipêre siyasetê û bi riya muzekereyan di vê hemleyê de encam bi sest bixin. Li ser vê bingehî em hêzên xwe paşde vedikşînin, ne ku em ji bo bi Îran, îraq û dewleteke din re şer bidin dest pêkirin vê hemleyê bi rêve dibin. Me ev di daxuyaniya çapemeniyê de jî anî bû ziman, belkî kêm mabe, lê mînak li hember dewleta Îraqê tu hesabên me yên leşkerî nîn in, Îran her wiha. Dema ku em hêzên xwe dikşînin sînorên başûrê kurdistanê, em vê li ser bingehê hesabeke din ya leşkerî nakin. Em xet û riya rêbertî dişopînin ew jî xeta siyemîne, ev pêvajo pêşkeve em encam bigirin jî yan jî ev pêvajo binkeve û em encam negirin jî, wê di siyaseta me ya Rojelata Navîn de tu guhertin li hember van dewletên mijara gotinê ne çênebe. 

Di mijara ka wê hêza me ya leşkerî jî xwedî sekneke çawa be? Hêzên me yê gerîla tu caran bê perwerde nabe ji xwe jiyana me bi xwe perwerde ye. Li gorî rastiya vê pêvjoyê û li gorî şert û mercên em tê de dijîn, bê goman wê hêzên gerîla xwe perwerde bikin, xwe bi rêxistin bikin. Û pilanên me ya perwerdê yên bîrdozî, siyasî, rêxistinî û leşkerî hene. Ji ber bê goman hêzeke leşkerî divê perwerdeya xwe ya leşkerî jî bibîne û xwe ji her tiştî re amede bikin. Sedema sereke ya kişandina hêzên xwe jî avakirina derfetên gotobêj, muzekere û pêvajoya siyasî ye. Bê goman wê gerîla ji berê zêdetir bi bawerî, pilan, displîn jiyana xwe bi rêxistin bike. 

Çar konferansên hatine pilankirin di rojevê de ne, konferansa Enqerê pêk hat, yên din jî di asta amedekariyê de ne. Hûn konferansa Enqerê çawa dibînin û asta amedekariyên we ji konferansên din re di çi radeyê de ne? Her wiha hûn ji van konferansan çi hêvî dikin? 

Pêvajoya ku bi rêve diçe yekser bi nêrîn û pêşniyarên Rêberê me pêşdikeve. Ev çar konferansên ku pêk werin jî yek konferansa Enqerê bû ji xwe ew pêk hat. Em helwesta wan ya di konferansê de derketiye jî girîng dibînin. Ji ber bi vê konferansê em civakeke demokratîk hedef dikin, tevî rewşenbîr, şoreşger, entellektowel, kesayetên ku nebzê civakê digirin, sosyalîst û jin em îrade û nêrînên wan jî girîng dibînin. Her wiha helwesta wan di vê pêvajoyê de jî wê çi be, wê par bikin. Me bi xwe jî ev konferans şopand, weke sê atolye yanê di heman demê de weke sê konferansan bi rêve çû. Ji xwe runiştina dawî bi hev re bû. Li gorî baweriya me nîqaşên berfereh pêk hatin û ev konferans jî gihîşt armanca xwe. Ya din jî kesayetên ku beşdar bûne kesayetên ku civak ji wan bawer dikin û vê konferansê roleke mezin leyîst. Û hemû kesên ku keda wan di vê konferansê de heye û hemû kesên ku beşdar bûne em wan pîroz dikin. 

Her wiha di rojeva me de konferansa bakûrê kurdistanê ya ku li Amedê pêk were heye. Ev konferans jî wê heyanî 15 rojan pêk were, armanc ji vê konferansê nêrînên gelê kurd di vê pêvajoyê de derxistina holê ye. Ka kurd çawa li vê pêvajoyê temaşe dikin, pêşniyara gel bi xwe çi ye û cihê girîngiyê ye ku îradeya gelê kurd di vê pêvajoyê de derkeve holê. Her wiha ji bo çareseriyê çi perspektîf, model û çi pêşiniyarê gelê kurd hene em dixwezin bizanin. Weke tê zanîn niha li tirkiyê rojeva destûra bingehîn dide nîqaş, ji ber vê pêwîste mafê gelê kurd bi çi awayî di destûra bingehîn de cihê xwe bigire, her wiha ji bo çareseriyê destûreke çawa pêwîst dike, wê di vê konferansê de îradeya gelê kurd xwer nîşan bide. Belkî ev cara yekeme ku wê konferanseke wiha were li darxistin, di vê konferansê de jî wê hemû partî, hêz, kesayet, oldar û nûrerên eşîrên kurd jî amedebin. Di vê mijarê de jî hêviyên me hene ku wê ev konferans rola xwe bileyîze. Em jî weke tevgera azadî hêviyên xwe tînin ziman, pêşniyarên xwe bi wan re par dikin û heyecan û coşa xwe didin wan û ji wan digirin. 

Her wiha konferansa Ewrûpa jî di rojevê de ye ew jî wê gelek kes beşdar bibin, û di demeke bi qasî du mehên din wê ew jî pêk were. Ne tenê gelê kurd wê beşdarî vê konferansê bibin her wiha dostên gelê kurd jî wê beşdar bin. Em vê konferansê girîng dibînin ji ber ne tenê wê diyaspora beşdarî vê konferansê bibin yanê civaka kurd ya derveyî welat, her wiha dostên me, saziyên medenî, di asta dewletan de kesayetên di warê siyasî û dîblomatîk de xwedî hişyarbûnin wê cihê xwe tê de bigirin. Li gel vê her çiqas ku gelê me di bin şert û mercên zextê de derketin derveyî welat, lê careke din karîn ku rêxistina xwe avabikin, wê gelê me jî beşdar bibe. 

Konferansa çarem jî konferansa neteweyî ye weke her kes dizane ku me gelek caran aniye ziman û bû rojev, derveyî me jî gelek rêxistin û hêzan anîne rojevê. Lê heyanî niha tu gavên ber bi çav nehatin avêtin. Ev jî kêmasiyeke giştî ye, Rêberê me careke din pêwîstiya vê konferansê dît û anî rojevê. Weke tevger me jî ev pêwîstî dît, li ser vê bingehî me jî dest bi kar kir û me bi gelek rêxistin û partiyan re hevdîtin pêk anînin, weke PDK, YNK, GORAN, YEKGİTO û Komlên Îslamî û gelek tevger û partiyên başûr re hevdîtin pêk hatin. Her wiha hevdîtinên me bi hêzên derveyî başûrê kurdistanê re jî pêk hatine. Di van hevdîtinan de nîqaşên me di derbarê girîngiya konferansê de jî pêşketin û nêrîn bi hev re hatin parkirin. Hemû hevdîtinan de nêzîkatiyeke germ derketiye holê û wan jî pêwîstiyeke wiha girîng dîtine. Ger ev hevdîtin û parkirin berdewam bike em bawerin ku wê naveroka konferansa netewî jî di demeke kin de hîn zelaltir bibe. Ji ber bi salane di vê mijarê de têkoşîneke me heye, lê piştî van hevdîtinan em bi hêvî ne û em bawer dikin ku wê konferansa netewî di demeke kin de pêk were. 

Hûn konferansa KNK’ê çawan dibînin?

Di rojên dawiyê de konferansa KNK’ê jî pêk hat ew jî bi salane ku li derveyî welat kar û xebat bi rêve dibin, lê piştî demeke dirêj ev cara yekeme ku konferansa xwe ya asayî wiha bi beşdarbûneke wiha germ û xûrt pêk tê. Tevlêbûn ji ber çarperçeyên kurdistanê pêk hatin, piraniya partî û rêxistinên kurdan jî beşdar bûn û di warê parkirinê de jî, vê konferansê bi xwe coş û heyecan bi xwe re aniye.  

Hûn bi xwe jî çûn we bi Yekîtî Nîştînanî Kurdistan YNK’ê re hevdîtin pêk anî, her wiha hevdîtinên din jî hebûn. Li gorî we asta amedebûna hêzên din yên kurd ji yakîtiya neteweyî re çiqas e?

Dema ku me hevdîtin pêk anîne tu kesî ne razî bûna xwe ne aniye ziman, yanê herî kêm nehatiye gotin ku em li dijî konferansa netewî ne. Di vê mijarê de ya girîng ew e ku ev hêz çiqas cewherî ne, bi dil nêz dibin û çiqas amedene ev girînge. Raste hevdîtina me bi YNK’ê re jî pêk hatin û tenê ev hevdîtin ne li ser binghê konferansê bû. Hevdîtina me li ser pêvajoyê bi giştî bû. Bi taybet pêvajoya ku li bakûrê kurdistanê dest pêkiriye. Me hîn zêdetir nêrîn girtin û agahî dan, bê goman yek xala ku hatiye nîqaşkirin jî konferansa netewî bû. Di hemû hevdîtinan de germahî coş û heyecan hebû û her kes pêwîstiya konferansê qebûl dikin. Di hemû hevdîtinên ku me pêk aniye de me ev rastî dît ku vê carê hewildanên me kar û xebata me ya ji bo konferansa netewî wê encam bigire û em hêvî dikin wê di navbera çend mehan de pêk were. 

Hûn mijara hemwelatî û bi hev re jiyankirinê di Turkiyê de çawa dinirxînin û hûn di vê mijarê de destûreke bingehîn ya çawa pêşniya dikin?

Dema ku em pêvajoyeke nû dest pêdikin weke me di serî de jî aniye ziman, em têkoşînê nadin rawestndin. Ev pirs bi xwe mijara û sedema têkoşînê ye. Di vê mijarê de jî hem hevîtin, muzekere û têkoşîn heye, ger gelê kurd bêje ji xwe pêvajoyê dest pêkiriye û wê bi xwe bi rêve biçe û em têkevin nava atilbûnê wê demê kes tu tiştî nade kesî. Pêwîste em ji berê pirtir xwedî kar û xebat bin, her wiha divê em mafê gelê kurd rast bînin ziman û wiha bikin rojeva her kesî. Ji ber vê pêwîste di destûra bingehîn de mafê gelê kurd were naskirin û di destûra bingehîn de tenê rengê netewekî dernkeve pêş. Yan wê dewlemenidiya hemû gelan di destûra bingehîn de were ziman, yan nabe tenê li ser navê netewekî destûra bingehîn were amedekirin. Ger wiha be em şaş dibînin. Rastiyek heye ji dîrokê û vir de hem di herêmê de, hem jî di hemû tirkiryê û kurdistanê de dewlemendiyek heye û kêm netew û civakên olî hene. Divê em çavên xwe ji van re negirin û em vê rastiyê bibînin û her wiha jê re rêz nîşan bidin. Berovajî di cihê ku em ser van bigirin divê em wan bikin xwedî îrade û divê di destûra bingehîn de li gorî azadî û mafê wan hemû bên bi cîhkirin. Ya herî girîng jî divê di warê nasnameyê de jî xwe nespêre yek rengî, nasnameyeke serdest û ya din jî bindest be wê ji aliyê tu kesî ve neyê qebûlkirin. Ji bo me her dem wekehevî girînge, her wiha divê cewherê destûra bingehîn azadî û demokratîk be. 

Tê zanîn di dema dawî de careke din hukûmeta herêma kurdistan deriyê sînor girtin. Di demeke ku tê de amedekariyên konferansa netewî tê kirin de girtina deriyên sînor tê çi wateyê? Her wiha tê gotin ku pêşmergeyan xwestine ku derbasî Başûr Rojavayê kurdistanê bibin, ev yek çiqas rast e?

Di her çar perçeyên kurdistanê de gelê kurd dixweze tiştekî bibhîse û bibîne. Ew jî azadî û yekîtiya gelê kurd e. Tiştê di vê pêvajoyê de jî tê nîqaşkirin jî ev e, derveyî vê mijarên deriyên sînor girtin, hêz li hember hev amedekirin, bê goman ev xizmeta yekîtî û rizgariya gelê kurd nake. Dibe ku di navbera hinek rêxistinên Rojavayê kurdistanê de hinek pirsgirêk hebin, lê ev ne sedeme ku ji başûrê kurdistanê yan jî ji Bakûrê an jî Rojhelatê kurdistanê hinek kes xwe amede bikin weke hêzeke leşgerî û ji bo mudexelê debas bibin. Pêwîste hemû kurd û hemû perçe li hember mafê hev pir rêz nîşan bidin, ji xwe her dem di dîrokê de li ser gelê kurd zext û zûrî hatiye meşandin, ji xwe kurdistan derveyî îradeya gelê kurd hatiye perçekirin û bi hezaran derî li ser kurdistanê hene. Lê vê carê kurd bi xwe jî deriyan vekin û bigirin, ev ne raste û xizmeta çareseriyê jî nake. Divê hemû pirsgirêkên ku hene bi riya nîqaşan û muzekereyan were çareserkirin, ji bo me ev girînge. Derveyî vê hêz nîşandan, li ser hev mudexele kirin, gelê kurd naxweze tiştên wiha bibhîse û bijî. Em di bawariyê de ne ku wê ev pirsgirêk jî çareser bibe û divê em bi hişmendî û zimanê çareseriyê nêz bibin. Ji ber ev ne pirsgirêkeke ku neyê çareserkirine.

Di medya ya kurd de tê gotin ku hîn jî li aliyê Behdînan êrîşên hewayî û topan pêk tên, ji bo piroseya çareseriyê çiqas xeteriya vê heye? Û ger rast be helwesta we li hember vê çiye?

Ger operesyon li ser gel yan jî li ser hêzên HPG’ê yan jî li ser civaka medenî pêk werin, ev yek qet nayê qebûlkirin. Ji ber xizmeta vê pêvajoyê nake, heyanî niha li gorî agahiyên ku ji me re tên, raste hin caran leşgerên tirk dikevin nava tevgerê, nêzî gundan dibin, lê heyanî niha operesyonên di asta îmha de li ser me pêk nehatine. Ger weke operesyonên ku bi hişmendiya berê li ser me pêk dihatin, dîsa pêk werin, wê du rewş derkevin holê. Yek wê li ser hêz paşde vekşandinê sedî sed bandor bike. Du em her dem weke hêza parastina xwe ya rewa dixin dewrê. Em li kur bin jî ger êrîş pêk hat weke mafeke me ya mirovatî em ê jî xwe biparêzin. Lê em bawer nakin ku di vê astê de ye. Her çiqas ku navê wê operesyon be jî, lê weke berê di asta operesyonên îmhakirinê de, operesyon li ser me nehatine meşandin. Ger tiştekî wiha hebe jî em hêzên xwe paşde nakşînin û werin ser me, bê goman li kur û di çi demê de dibe bila bibe em ê jî bersîv bidin. Di rewşeke êrîşê de wê xeterî li ser pêvajoyê jî bi xwe re bîne, ev yek ne li gorî verjewendiya dewletê ye jî.      

Dewlet vê demê weke pêvajoya çareseriyê bi nav dike em dibêjin; dema rizgariya demokratîk û avakirina jiyaneke azad. Di demeke wiha de ger êrîş pêk werin wê ev êrîş bê bersîv nemînin. Lê em dixwezin ku ev pêvajo bê pirsgirêk bi rêve biçe. Û bila tiştên din nebin sedem ku ev pêvajo bê xetimandin, lê ger hinek kes bixetimînin yan jî derveyî rih û mejiyê vê pêvajoyê werin ser me, bê goman emê jî tedbîrên xwe bigirin. 

Gelê me ya her çar perçeyên kurdistanê bila bizane bi têkoşîna me ya bakûrê kurdistanê ji Newroza 2013’an û vir ve kete sala xwe ya 41’ê, ji 41 sal û vir ve heyanî niha derbarê tevgera me de pir caran kefen hate birîn. Pir kesan û pir car gora me jî kola û pir caran gotin êdî ev tevger nikar bijî, yan jî careke din nikare rabe ser piyan. Lê her me her kes şaş kir û em meşiyan. Pêşketina diyalektîka me her tim pêşde çûne û encam girtiye. Rastiyeke dîroka me jî heye ku em di têkoşînê de hemû demên xwe weke hemle dijîn û wiha têkoşînê bi rêve dibin. Ji ber vê em dixwezin ev pêvajoyê  weke hemleyekê were dîtin, hemleyeke siyasî, demokratîk û civakî ye û bila qet tu kes nekeve rehawetê û em nebêjin ku êdî her tişt çareser bû. Lê mirov bêje ji vê pêvajoyê tu encam nayên girtin, ev jî şaş e. Ger Rêberê me pêvajoyek pêşxistiye xwestiye ku encam bigire, ji ber vê pêwîste em bawer bikin. Bawerkirina pêvajoyê bawerkirina siyaset û rêberê me ye. Ev nayê wê wateyê ku em ji dewleta tirk yan jî ji hukûmeta AKP’ê bawer dikin, ji xwe tu sedem nîne ku em bawer jî bikin. Ya girîng em çiqa têkoşîneke siyasî ya rast bi rêve dibin. Ger em ji vê bawer dikin emê encam bigirin. 

Gelê kurd di dîrokê de pir caran ji aliyê pir kesan de hatiye xapandin, lê PKK’ê heyanî niha tu caran nehat xapandin û têkoşîna 40 salî îsbata vê ye. Ji vir û şunda jî tu hêz nikare Rêberê me û tevgera me bixapîne. Em bawerin me di vê xetê de her dem serkeftin jiyan kirin, emê dîsa jî serkeftî ji vê pêvajoyê derkevin. Divê gelê me vê yekê wiha bizane û xwedî heyecan û coş hebe û her dem li xetê xwedî derkeve.

Di vê pêvajoyê de îmze ji bo azadiya rêbertî tên komkirin divê em her dem xwedî li azadiya rêbertî derkevin, ev mijareke exlaqî û bi rumete. Her mirovê kurd ne tenê kurd jî hemû mirovên azadîxwez, demokrat û li dijî dagirkerî û dîl bûnê, divê hêz bidin vê pêvajoyê û ji bo azadiya rêeber APO îmzeyan bidin. Ji ber em her dem dibêjin azadiya gelê kurd, kurdistan û rêber APO bi hev ve girêdayî ye. Û em vê weke xizmeta vê pêvaoyê dinirxînin, ji ber vê divê gomanên me hebin ji ber di zanist de her dem goman hene, lê ev nayê wateya ku em ji vê pêvajoyê bawer nekin. Divê em di serî de ji rêber APO û ji xwe bawer bikin.