Dê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tekîn bibin Stenbolê

Dê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tekîn bibin Stenbolê

Dê cenazeyê endamê HPG'î Tekin bibin Stenbolê21:11 23.05.2013
1 / 14

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Tekin (Fırat Xalfeti) dê sibê ji bo testa DNA'ê bibin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. bi sedan kesên ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê kom bûn sirûda "Çerxa Şoreşe" xwendin. û silogana "Heval Firat nemir e" 

Di 11'ê Tebaxa 2012'an de li gundê Kizilmecitê yê Navçeya Pilumoriyayê pevçûn derketibû û gerîlayê HPG'ê Ahmet Tekin (Firat Xalfeti) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê ji aliyê welatiyan ve hat dîtin. 
Welatiyên gund ku cenaze dîtin, cenazeyê Xalfetî wergirtin û bi girseyî ji Geliyê Pilumoriyayê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Cenazeyê HPG'î Tekîn ji aliyê Parlamantera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin û endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê yên ji Îzmîr, Enqere, Stenbol, Amedê hatibûn û Seroka MEYADER'ê Leyla Ayaz jî di navde sedan kes li gundê Marçikê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girsê di pêşwazîkirina cenaze de siloganên "Şehit namirin" berz kirin û cenazeyê Tekîn bi ambulansê û karwanê ji dehan maşîne pêk dihat anin Nexweşxaneya Dewletê Cenazeye Tekin piştre li ser milan birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. 

Pişti Parlamentera BDP'ê ya Amedê Aydogan Dozgerê Komarê Agahdar kir Dozgerê Komarê yê Dêrsimê hat nexweşxaneyê. Dozger li îfadeya malbata Tekîn guhdar kir. Piştî demekê li gel malbat, parlamenter û rêveberên BDP, EMEP HDP û saziyên sivîl ên civakî girse li ber nexweşxaneyê kom bûn. Girsê li ber nexweşxaneyê bê navber siloganên "Şehit namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Heval Firat nemir e" û "Dersim ranezê li şehîdê xwe xwedî derkeve berz kir. Dema girsê silogan berz dikir, dayikek ji ser hişê xwe çû. Girse pitre bi siloganan heta Konê ji aliyê DOKH'ê ve li Qada Seyit Riza hatiye vedan meşiyan. Girse piştre derbasî konê sersaxiyê yê ji bo Tekîn hatiye vedan ziyaret kir. 

Hat zanîn ku dê sibê cenazeyê Tekîn ji bo testa DNA'yê bibin Saziya Tipa Edli ya Stenbolê.