DBP:Ger wê siyaset bê kirin divê girtî serbest bên berdan

DBP:Ger wê siyaset bê kirin divê girtî serbest bên berdan

 

Hevseroka DBP’ya Amedê Hafîze Îpek û Seroka Şaxa Amedê ya Komeleya Malbatên Girtî û Hukûmxwariyan Derya Us li Amedê têkildarî girtin û binçavkirinên di van rojên dawiyê de li Amedê pêk tên civîneke çapemeniyê li dar xistin. Îpek got: “Ger wê siyaset bê kirin, zarok, jin û zilamên ku piştî bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatine girtin serbest bêne berdan.”

Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Hafîze Îpek têkildarî girtin û binçavkirinên piştî bûyerên  çalakiyên protestokirina êrîşên li dijî Kobanê destpê kirin û heta niha berdewam dikin daxuniyek da û nerazîbûn nîşanî van girtin û binçavkirinan dan. Îpek di axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye ji destpêkê ve destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û bibîr xist ku desteka hikûmeta AKP’ê ya li dijî berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike.  Îpek diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya ji destpêkê ve bi tank û trenan bi aşkera çek û alîkarî ji çeteyên DAIŞ’ê re şand, van rojên dawiyê jî hişt ku DAIŞ deriyê sînor ê Murşîtpinarê bi kar bîne û bêdengiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî vê yekê şermezar kir.

BINÇAVKIRINÊN KEYFÎ

Îpek bibîr xist ku piştî bûyerên 6-7’ê Cotmehê pêla girtin û binçavkirinan destpê kirine û got: “hêzên ewlekariyê yên hikûmeta AKP’ê gelek hevalên me yên endamên partiyê bi awayekî keyfî binçav kirine û ev pêla binçavkirinê heta niha jî didome. Ev pêla binçavkirinan bê navber berdewam dike. Di serî de li Amedê, li Mûş, Agirî, Stenbol, Mêrdîn, Erzirom, Şirnex, Êlih, Sêrt, Îzmîr û metropolên din ên Tirkiye û Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî berdewam dike. Piraniya wan zarok bi dehan mirovên me hatine girtin.”

BILA RÊ LI BER SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ VEKIRIN

Îpek got: “Ev du sal zêdetir e hikûmet hevdîtinan dike” û wiha domand: “Dibêje em ê rê li ber siyaseta demokratîk vebikin. Gotin û pêkanînên hikûmeta AKP’ê hevdu agirin. Li aliyekî dibêjin bila siyasetê bikin, li aliyekî din jî xelkê binçav dike. Ger wê siyaset bê kir Ger wê siyaset bê kirin, zarok, jin û zilamên ku piştî bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatine girtin serbest bêne berdan.”

EV TÊ WATEYA BÊBEXTIYÊ

Îpek pirsa bi awayê “Hûn têkildarî daxuyaniya ‘berpirsê bûyerên 6-8’ê Cotmehê hatin girtin’ a Midûriyeta Emniyetê çi dibêjin?” bersivand û got: “Ev daxuyanî di dema binçavkirina de hatin kirin. Ev yek jî tê wateya bêbextiyekê. Em alîgirê hiqûqeke wekhev û adil in. Hê nebirine dadgehê ji wan re dibêjin ‘berpirsên bûyeran’ ev çi qas rast e?”.

Îpek da zanîn ku ew ê bi armanca protestokirina binçavkirin û girtinan sibê saet di 13.00 de, li Parka Koşuyoluyê dest bi meşekê bikin û meş wê heta Qada Îstasyonê bidome.