DBK: Ji aliyê me ve sînor ji bo xwendekar û nexweşan vekiriye

DBK: Ji aliyê me ve sînor ji bo xwendekar û nexweşan vekiriye

Çavkaniyên çapemeniyê yên Desteya Bilind a Kurd da zanîn ku wan der barê vegera xwendekarên ku li Başûrê Kurdistanê asê mane tu biryar ne dane û heman çavkaniyê diyar kir ku Desteya Bilind ji bo rewşên mirovî û xwendekaran rê vekirine û ti biryarek wan a qedexekirinê tuneye. 

Çavkaniyeke Çapemeniyê ya Desteya Bilind a Kurd diyar kir ku sedema girtina deriyê sînor ê Sêmalka, rewşa siyasî, têkiliyên di navbera herdu aliyan de çibe bila bibe, beriya her tiştî girtina deriyê sînor bû sedema ku gelek xwendekarên me li wî alî asê bimînin û nikarin tevlî ezmûnên xwe bibin. Ji ber vê yekê Desteya Bilind diyar dike ku ji aliyê wan weke Rojavayê Kurdistanê ti biryara qedexekirina derbasbûna xwendekaran tuneye ku tevlî ezmûnên xwe bibin. Her wiha biryara girtina derî ne bi biryara Desteya Bilind pêk hatiye.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku ji bo rewşên mirovî û kesên nexweş ku ji bo dermankirinê û xwendekaran ti biryarên qedexekirina derbasbûna wan ji aliyê Desteya Blind ve nehatine girtin. Desteya Bilind qedexeyê ji bo kesî nake ku vegerin malê xwe ger aliyê din rê bide wan.

Girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve bandoreke neyînî li gelek welatiyan kir û bi taybet bi sedan xwendekarên ku asê mane û nikarin tevlî ezmûnên xwe bibin.