Dayikên Şemiyê ji bo lihevhatinê hestiyên xwe xwestin
Dayikên Şemiyê ji bo lihevhatinê hestiyên xwe xwestin
Dayikên Şemiyê ji bo lihevhatinê hestiyên xwe xwestin
Dayikên Şemiyê ku her hefte dibêjin "Kiryar diyarin wenda li ku ne" û aqûbeta xizmên xwe dipirsin, di hefteya 432. de jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Şerîf Taşkaya di axaftina xwe de got "Niha dibêjin aşitî lê hê hestiyên me dernexistine holê. Pêşî hestiyên me bidin."
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi panqarta "Kiryar diyarin wenda li ku ne" aqûbeta xizmên xwe yên di bin çav de hatine wendakirin dipirsin, di hefteya 432. de jî li Meydana Galatasarayê li hev civiyan û edaletê xwestin. Dayikên Şemiyê di destê wan de wêneyên xizmên wan ên di bin çav de hatine wendakirin û qûrnefîlên sor hildan. Vê heftê cara yekemîn mafê axaftinê dayika Murat Yildiz ê di 23'ê sibata 1995'an de di bin çav de hatî windakirin, Hanîfe Yildiz, axaftina xwe bi silavkirina kesên di berxwedana Parka Gezî de birîndar bûne an jî hatine girtin destpê kir. Yildiz, operasyonên piştî berxwedana Parka Geziyê pêk hatî bibîrxist û da zanîn ku Serokwezîr Erdogan bi girtinan re destana xwe ya lehengiyê nivisandiye. Yildiz, wiha got: "Serokwezîr, wekî ku lehengiyek kiribe destanan dinivîsîne. Ev destan e ku gelê xwe kor dike, bi bombeyên gazê dixeniqîne û wan davêje girtîgehan e."
Kûrê Huseyîn Taşkaya, Şerîf Taşkaya jî, diyar kir ku ji sala 1993'an ve li her derê li bavê xwe digere, lê di nava vê demê de tu encamek derneketiye. Taşkaya, da zanîn ku êdî tu bendewariyeke wan ji dewletê nemaye. Taşkaya, destnîşan kir ku bavê wî di 1993'an de di encama pêvajoya bi navê "Polîtîkaya çareserkirina pirsgirêka kurd" a dewletê de hatiye wendakirin. Taşkaya, anî ziman ku ewê lêpirsîna aqûbeta bavê wî Huseyîn Taşkaya berdewam bike û wiha got: "Bavê min heta nefesa dawî jî da li cem gel cih girt. Di zindanan de gel temsîl kir û serî dananî. Dema dewlet tê gotin, zilm, êşkence, talan tê aqilê min. Êdî bila vê hişmendiyî biguherîn in. Niha dibêjin aşitî lê hê jî hestiyên me dernexistine holê. Em dixwazin lihev bên. Lê heke dewlet bibêje 'em dê kûştinê bidomîn in' em ê jî mirinê bidomîn in, dev ji windabûnê venegerin."
Îlke Başak Baydar ku daxuyaniya heftane kir anî ziman ku, ji bo derbarê aqûbeta kesên di bin çav de hatine windakirin lêpirsîn û lêkolînên bi encam pêk bê, îradeyeke siyasî pêwîst e. Baydar, da zanîn ku divê hikumet ji vê xebatî fon çêke û piştgiriya aktîf bide. Baydar, destnîşan kir ku pêkanînên hikûmetê ya li hemberê çalakiyên girseyî van daxwazan naxwaz e. Baydar, wiha got: "Ji bo vê divê dewlet pêşî dawî li van pêkanînên pêkûtî û tundiyan bîne. Reformên demokratîkbûnê dest pê bike, pergalekî hiqûqa bi edalet û rêveberiyek li ser mafê mirovan a civakî bê ava kirin e."