Dayîkên Şemiyê aqubeta windayan pirsî
Dayîkên Şemiyê aqubeta windayan pirsî
Dayîkên Şemiyê aqubeta windayan pirsî
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqubeta Necat Acu, Abdullah Acu û Omer Candoruk ên di salên 90'an hatin qetilkirin hate pirsîn. Hevjîna Omer Candoruk Hanim Candoruk, bertek nîşanî kesên hevjînê wê qetilkirin û di doza JÎTEM'ê de tên darizandin nayên cezakirin da û xwest ku dad dawiyê li vê neheqiyê bîne.
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane ya li ber Amadeyiya Cizîrê ya bi armanca aqubeta windayan bipirsin li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberên MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Zeynep Acu axivî û 2 zarokên wê ji aliyê leşkeran ve çawa hatin qetilkirin wiha vegot: "Di sala 1993'an de helîkoptera leşkerî bombe avêt nêzî mala me ya li gundê Avgamasiya û kurê min Necat qetil kir. Me cenazeyê kurê xwe yê perçebûyî komkir. Kurê min ên din Abdullah salek şunda dema ji kar vedigeriya malê di rê de rastî gulebarana leşkaran hat. Piştî re bi birîndarî girtin û birin Şirnexê. Piştî demek dirêj cenazeyê kurê min dan me. Heta kesên zarokên min qetilkirin neyên cezakirin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Heta dawiyê em dê ji bo zarokên xwe yên hatin windakirin têkoşînê bikin û lêgerîna dadê bikin."
Hevjîna Omer Candoruk Hanim Candoruk jî diyar kir ku, kesên hevjînê wî qetilkirin û di doza JÎTEM'ê ya Amedê tên darizandin dibêjin her tişt li ser navê dewletê kir û tu tiştên şaş nekirine. Candoruk xwest ku JÎTEM'î bên cezakirin û wiha got: "Bedran, Hidir, Hakîm û Serdar Cemal hevjînê min di riya navbera Silopî û Cizîrê de bi rêvîngan girtin û kuştin. Hevjînê min ajokariya teksiyê dikir. Hevjînê min û rêvîngên pê re qetil kirin. Piştî hevjînê min qetil kirin endamên JÎTEM'ê bi wesayîta hevjînê min li kolanên Cizîrê geriyan û hemû kes vê yekê dizane. Divê dadgeh dawiyê li vê neheqiyê bîne. Em jî mirovin û em her dem diçin dadgehê lê wan ceza nakin. Ji bo êşên dilên dayîkan hinek bikewin. Mirovên bêsûc û bêguneh qetilkirin. Em dest ji têkoşîna xwe ya bi salane dikin bernadin. Heta dawiyê em dê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."
Piştî axaftinan xizmên windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin.