Dayîkên Aştiyê yên Wan û Geverê çalakî dewir girtin
Dayîkên Aştiyê yên Wan û Geverê çalakî dewir girtin
Dayîkên Aştiyê yên Wan û Geverê çalakî dewir girtin
Endamên Dayîkên Aştiyê yên Gever û Wanê nobeta konê li Colemêrgê hatî vekirin dewr girtin. Endama Meclîsa BDP'ê Melîha Varişli axivî û wiha got: "Di pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin de barî herî giran li ser milê jinane û em hemû bi hev re dê serbikevin."
Dayîkên Aştiyê yên Gever û Colemêrgê nobedariya konê li taxa Sumbul a Colemêrgê hate vekirin dewr girtin. Dayîkên ji Gever û Wanê hatin li nokteya polîsan a Depînê bi seetan hatin sekinandin. Piştî BDP'î ketin navberê dayîk ji nokteya polîsan derbaz bûn. Dayîkên Aştiyê bi pankarta "Meşa rêwiyên aşitiyê silav dikin" û alên PKK û KCK'ê hatin qada konê hate vedan. Li ser navê koma dayîk pêşwazîkirin Endama Meclîsa BDP'ê Melîha Varişli axivî û wiha got: "Di pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin de barî herî giran li ser milê jinane û em hemû bi hev re dê serbikevin."
Li ser navê Dayîkên Aştiyê Vasfiye Kiye jî wiha got: "Her dayîkek gerîlayeke. Em teqez paşve gav naavêjin. Em ji bo li vir destê xwe yê aştiyê dirêj bikin hatin. Lê li nokteya polîsan a Depînê bi seetan em hatin rawestandin. Em dibêjin biratî lê ew fêmnakin. Bi pêvajoya nû ew jî rihet bûn û zilmê li me dikin. Bila bîrnekin dayîk êdî dayîkên berê nînin. Kurd jî kurdên berê nînin. Bila gelek zorê nekin heke em dê carek din weke evrên reş bi ser wan de biçin. Ji bo em zarokên xwe biparêzin em dê xwe bikin mertal."
Li ser navê Dayîkên Aştiyê yên Geverê Besna Çogaç jî diyar kir ku, ew naxwazin qereqolên nû bên çêkirin û wiha got: "Em ji hemû caran pêtir daxwaza aştiyê dikin. Di pêvajoya nû de ya ji destê me tê em dê bikin. Bila dewlet dest ji çêkirina qereqolên nû berbide. Li her alî qereqolên nû çê dikin. Ev yek tevkariyê nade aştiyê."
Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî ya ji Gimgimê ji bo nobetê bigire hatî Colemêrgê jî wiha got: "Ez kesên vê meşa aştiyê dikin bi hûrmet silav dikim. Em nêzî aştiyê ne. Avahîsazê aştiyê Birêz Ocalan e. Li vê erdnîgariyê komkujî pêk hatin. Êdî li vir qereqol na bila zanîngeh bên avakirin."