Dayîkên Aştiyê nokteyên kontrolê hilweşandin
Dayîkên Aştiyê nokteyên kontrolê hilweşandin
Dayîkên Aştiyê nokteyên kontrolê hilweşandin
Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û welatiyên gundê Dêzê ya Colemergê bi boneya nokteya kontrolê ya di ketina gund de tê avakirin helweşînin çalakî pêk anîn. Koma ku heta nokteya kontrolê meşiyan, înşaeta nokteya kontrolê hilweşandin.
Komek endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê û welatiyên gundê Dêzê yên Colemêrgê, li dijî nokteya kontorlê ya di ketina gund de ji aliye Fermandariya Qereqola Zapê ve tê avakirin, meş pêk anîn. Li taxa Sumbulê, komek endamên Înisiyatifa Dayîkên Aştiyê ku li Konê Aştiyê yê Çareseriya Demokratîk kom bûn heta Gundê Dêzê meş pêk anîn. Di meşê de endamê Meclisa BDP'ê rêveberên BDP'ê Şaredarê Colemêrgê û endamên meclisa şaredariyê, endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Karwan heta gundê Dêzê meşiyan û piştre heta nokteya kontrolê meş pêk pêk anîn. Kom destpêkê çûn gund bi keyayê gund Musa Adiyaman re hevdîtin pêk anîn û piştre heyeta BDP'ê çûn bi Fermandarê Qereqolê re hevdîtin pêk anîn.
‘EM NAXWAZIN NOTEYA KONTROLÊ BÊ ÇÊKIRIN’
Keyayê gund Musa Adiyaman ku heyeta BDP’ê pêşwazî kir, nerazibûnên xwe yên li hemberî leşkeriyê anîn ziman û wiha got: "Leşker ji serê sibê heta êvari nasnameya her kesî kontrol dike. Em naxwazin leşkerî li vê derê nokteya kontrolê ava bikin. Bi salane heta niha li vir pirsgirêk çênebû. Lê niha di pêvajoya aştiyê de nokteyên kontrolê ava dikin. Hemû welatî vê rêyê bikar tînin. Lê piştî ku li ser vê rêyê nokteya kontrolê bê avakiri wê demê welatî nikarin bi aramî biçin û bên. Li vê taxê 16 tax hene. Hemû welatî di vê rêyê de diçin zozan û mêrgên xwe. Dê di rojên pêş de 20 mirov ji bo alîkariyê bên gund û alîkariyê bidin me. Wê demê em dê çawa di vir de biçin û bên. Bi şev û roj ji her kesî nasname dixwaze û nasnameya her kesan kontrol dike. Em destûr nadin ku li vir nokteyên kontrolê ava bikin.”
Welatiye bi navê Ahmet Akdogan jî anî ziman ku, di serdema OHAL'e de jî astengiyên leşkeriyê tune bû û niha li ketin û derketina gund nokteyên kontrolê tên avakirin. Welatiya gund Ayten Adiyaman jî da zanîn ku, dema diçin Ocaxa tenduristiyê jî ji aliyê leşkeran ve rastî tacîzê tên û wiha got: "Em her tim vê rêyê bikar tînin. Em naxwazin nokteyên kontrolê li vir bên avakirin. Her tim leşker li vir tacîzî me dike. Welatiyê gund Neam Adiyaman jî heman tişt anî ziman û bertek nîşan da.
Heyeyat BDP'ê piştî li gundiyan guhdar kir, daxuyanî da. Endamê Meclisa BDP'ê M. Siddik Akiş jî anî ziman ku ev hewldanên leşkeriyê li dijî pêvajoyê ye û wiha got: "Wekî tê dîtin li 50 metre li derveyî gund qereqol heye. Li gel vê yekê nokteya kontrolê ava dikin. Nasnameya bêrîvanan jî kontrol dikin. Em wekî BDP'ê bang li Serokwezîr û Walî dikin û dixwazin samîmî tev bigerin. Em heta dawî piştgiriyê didin welatiyan.
Endama Înîsiyatifa Dayika Aştiyê ya Colemêrgê Sidika Kaya jî li vir axivî û diyar kir ku, bila kes nefikire ku ev der bê xwedî ye û dê heta dawî li mafê xwe xwedî derkevin. Kaya destnîşan kir ku, zarokên wan ên gerîlla vekişiyan, lê ew li vir in û destûr nadin ku leşker li vir nokteyen kontolê ava bikin. Em dê hat dawî têbikoşin. Dayîka bi navê Mome Turan jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku, dê destûr nedin avakirina nokteyên kontrolê û qereqolan.
Komê piştî li vir daxuanî dan û şûnde dayîkan nokteya li vir hatiye avakirin hilweşandin û dîsa vegeriyan Colemêrgê. Li bendê ye ku heyeta BDP'ê piştre bi Waliyê Colemêrgê re hevdîtin bike.