Dayikên Aştiyê çûn serdana gora Sakîne Cansiz
Dayikên Aştiyê çûn serdana gora Sakîne Cansiz
Dayikên Aştiyê çûn serdana gora Sakîne Cansiz
Dayikên Aştiyê yên ji bo piştigiryê bidin "Konê Çareseriyê û Rizgariya Demokratîk" ji Amed û Stenbolê hatin, çûn serdana gora Sakîne Cansiz.
Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Demokratîk (DOKH), Dayikên Aştiyê yên ji Amed û Stenbolê bi armanca şopandina pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê, li "Kone Çareseriyê û Rizgariya Demokratîk" ê li meydana Seyid Riza nobedê digirin. Dayikên Aştiyê îro çûn serdana gora yek ji sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê di 9'ê Çileyê de hatin kuştin Sakîne Cansiz. Dayikan li goristana Asrî ya Şaredariyê find vêxistin û danîn ser gora Cansiz û gor bi qurnefîlan xemilandin.
Dayikên Aştiyê, dûre çû serdana gorên gerîlayên HPG'ê yên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane.