Dayîkên Aşîtiyê ji Başûr xwest Ebdilhekîm Beşar nehewîne

Dayîkên Aşîtiyê ji Başûr xwest Ebdilhekîm Beşar nehewîne

Dayîkên Aştiyê li pêşiya Navenda Zanist û Perwedeya jinan a bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê ji serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê xwestin ku kesayetên wek Ebdilhekîm Beşar nehewîne.

Dayîkên Aşîtiyê li bajarê Dêrikê bi daxuyaniyakê ji Serokatiya Hihûmeta Herêma Kurdistanê xwestin ku kesayetên mîna Ebdilhekîm Beşar nehewîne, her wiha ji navendên ragihandinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê xwestin ku kampaniyayên reşkirin, tevlîheviya civakê û êrîşkirina ser sembol û destkeftiyên gelê Kurd rawestîne.

Di daxwiyaniya de ku li pêşiya Navenda Zanist û Perwedeya jinan a bajarê Dêrikê  hate xwendin tê de hate gotin: "Me hêvî dikir ku kanalên Televîzyonê yên mîna kanala ZAGROS bê alî û ji bo berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin, lê mixabin ev kenal û hin navendên din dest bi kampanyaya reşkirinê kirine  û tevlîheviyê di nav pêkhateyên civakê de çêdikin, ji ber ku ev karên wan li dijî bejewendiya gelê Kurd e, em hêvdî dikin ku ew navend xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin û van kiryarên xwe rawestînin."

Daxuyanî wiha berewam dike: "Daxwuyaniyên Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Ebdilhekîm Beşar, di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de tevliheviyê çêdike, em jî wek Dayîkên Aşîtiyê ji serokatiya Herêma Kurdistan dixwazin ku kesayetên mîna Ebdilhekîm Beşar, li ba xwe nehewîne, her wiha em dixwazin ku serokatiya herêmê bi berpisyarî tevbigere û deriyên sînor di navbera herdû aliyên Kurdistanê de veke."