Dayika Gulîzar li Amedê hat biranîn

Dayika Gulîzar li Amedê hat biranîn

Li Amedê ji bo dayika Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan li avahiya sersaxiyê ya Cemxane û Komelêya Pîr Sultan Abdal sersaxî hatin qebûlkirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl û welatiyan ve sersaxî hate ziyaretkirin.

Sersaxiyên dayika Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan piştî 2 rojên ku li Dêrsimê hatin qebûlkirin li Amedê jî bi heman armance ji bo rojek sersaxî bên qebûlkirin li Cemxane û Komelêya Pîr Sultan Abdal sersaxî hat danîn û lokmeya xêrê hat belavkirin. Sersaxiya Kaytan serê sibê dest pê kir û ji aliyê nûnerên KCD, HDP, DBP, hevşeradarên DBP'ê nûnerên saziyên sivîl û welatiyên ve hat ziyaretkirin. Sersaxiya li komeleyê ji aliyê hevserokên Cemevî û Komelêya Pîr Sultan Abdal Nurşan Akbal û Cafer Koluman û endamên komeleye ve hatin qebûlkirin. Li cihê sersaxiyê wêneyê Dayika Gulîzar hat danîn û find li ber hatin hilkirin.

'DAYIKA GULÎZAR NAVNÎŞANA NASNAMEYA DÊRSIMÊ BÛ'

Di ziyareta sersaxiya Dayika Gulîzar Kaytan de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku Dayika Gulîzar kesayetekî tenê bi malbatekê bê sînorkirin nîn e û wiha got: "Dayika Gulîzar a ku bûyê şahida vejîna kurdan û kesa ku pişt li tevlebûna kurê xwe sekîni ye. Di ve çarçove de me nirxekî xwe yê mezin winda kir. Wateya vejînê ji bo kurdan çi be ji bo me jî Dayika Gulîzar evqas giranbûhayê. Dayika Gulîzar navnîşana nasnameya Dêrsimê bû. Nasnameya Dêrsimê têkoşîna him li hemberî kujeran him jî qirqirinê ye. Dayika Gulîzar jî him li hemberî sirguniyê sekîniye him jî sekna xwe ya Dêrsimî berdewam kir û bû dayikan çiyayan."

Kişanak sirguniya Dayika Gulîzar bi birxist û got ku Dayika Gulîzar tu car ev yêka nepijirand û wiha axivî: "Dayika Gulîzar di her nefesa xwe de di nav Kurdistanê de dijiya. Ji bo Dayika Gulîzar sirgunî bi dawî bû û gihişt axa Dêrsimê."

'EM SOZA MEŞANDINA TÊKOŞÎNA VE DIDIN'

Hevserokê Rêxistina DBP'a Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku Dayika Gulîzar wek hezaran dayikên kurd rastî zilim û zordestiya dewletê hat û wiha got: "Di dile dayikan de her roj derd heye. Em heya ebedî dayika Gulîzar ji bir nakin û soza meşandina têkoşîna ve didin."

Serdanên sersaxiyê dê êvarê bi dawî bibin.