Danûstandinên di navbera Talîban û Amerîkayê de destpê dike
Tevgera Talîban a Afxanîstanî ragihand ku ew ê li Qetarê bi rayedarên Amerîkayî re dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.

Li gorî nûçeya AFP’ê yek ji rayedarên Talîban da zanîn ku wê hevdîtinên destpêkê roja Pênçşemê li Qetarê pêk bên. Hin çavkanî jî didin zanîn ku wê diyalog rojên pêş destpê bikin.
Têkildarî dîroka hevdîtinê ti daxuyniyek nehatine dayin. Heta niha ti rayedarên Amerîka û Qetarî ti daxuyanî têkildarî mijarê nedane.
Rayedarekî Talîbanî ku nexwest navê xwe aşkera bike da zanîn ku wê bi pêşengiya Tayip Axa pênc endamên Konseya Bilind a Talîbanê û delegasyoneke Amerîkayî tevlî hevdîtinê bibin.
Heman rayedar da zanîn ku fermandariya Talîban û rêberê Talîbanê Mela Omer alîgirê destpêkirina hevdîtinên aştiyê ye.
Di van salên dawiyê de gelek caran di navbera Washington û Talîbanan re hevdîtin pêk hatin. Lê ti encam ji van hevdîtinan derneketin.
Lê piştî ku li Afxanîstanê Eşref Ganî bû serokdewlet, Talîban û Pakîstanê ji bo pêkanîna hevdîtinan ronahiya kesk pê xistin û tê diyarkirin ku wê ev hevdîtin ji yên din baştir be.