Danezana encamê ya kongreya KCD-Ewropa

Danezana encamê ya kongreya KCD-Ewropa

Desteya Bilind a KCD-Ewropa, danezana encamê ya kongreya xwe ya dawiya hefteyê, eşkere kir. Di danezanê de bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku dawî li qedexe û astengkirina sazî û rêxistinên kurdan bînin.

Di destpêka danezanê de silav li şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê hat kirin û hat destnîşankirin ku ewê bi awayekî çalak di vê pêvajoyê de cih bigirin. Di danezanê de hat ragihandin ku di kongreyê de KCD-Ewropa di warê sazîbûyîn û rêziknamyê de guhert kiriye û hat gotin, "Wezîfeya herî bingehîn a Konfederasyonê, li dijî înkarkirina nasnameya Kurd, tinekirina hebûna fîzîkî, çandî, aborî, civakî, ziman, çand, dîrok û xweza ya Kurdistanê, li Ewropayê meşandina xebatên polîtîk, dîplomatîk û çalakiyan e."

Di danezan de bal hat kişandin ser kar û barên konfederasyonê yên ji bo parastina mafên gelê Kurd li Ewropayê û weha hat gotin:
" Di kongreya me ya 19. de ji bo bersiv ji pêwistiya guhertin û nûbûnê re bê dayîn, bi pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ve girêdayî, biryar daye xwe jinûve birêxistin bike. Ji bo em ked û berdêlên heta niha di bin sîwanê konfederasyonê de hatine dayîn xurtir bikin, van deskevtiyan têxin rewşeke sazîbûnê û veguherînek hêzeke temsîlkar, me biryareke bi vî rengî dane.

WÊ NAVENDÊN CIVAKA DEMOKRATÎK ÊN KURD BÊN AVAKIRIN

Di vê çarçoveyê de Konfederasyona me xwe weke Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-Ewropa) bi nav kiriye û bernameya xebatê, çarçoveya wezîfeyê û rêziknameya xwe li gorî vê nû kiriye. Bi vî rengî KCD-Ewropa ne tenê rêxistina sîwanî ya federasyonên komeleyan,KCD-Ewropa wê bibe nûnerê hemû saziyên jin, ciwan, çand-huner, spor, aborî, pişeyî, bawerî, perwerde, ziman-dîrok, yekitî, federasyon, însiyatîf û konfederasyonên Kurdan ên li gelemperiya Ewropayê. Li her welatî wê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd bên avakirin. Di 19. Civata Giştî de Desteya Rêveber a 22 jê jin ji 57 endaman û Desteyên Şopandin û Dîsîplînê yên her yek ji wan ji 7 endaman, hatin avakirin. Desteya Rêveber a bi pergala Hevserokatiyê bê temsîlkirin, wê di rojên pêş de civîna xwe ya destpêkê lidar bixe û encamên wê ji raya giştî re eşkere bike.

BANGA "BIBE ENDAMÊ KCD-EWROPAYÊ"

Tevî rêveberiyên federasyon û komeleyên me, em bang li hemû sazî û dezgehên demorkatîk ên Kurdistanî û Kurd dikin, ku bibin endamên KCD-Ewropayê. Tevî vê yekê, em ji hemû sazî, hêz, derdorû derdorên azadîperest, aştiyane û demokratîk ên li qada netewî yên cografya em lê xebatê dimeşînin dixwazin ku piştgiriyê bidin rêxistinbûyîna KCD-Ewropayê.

PIŞTGIRIYA JI BO TELEVÎZYONÊN KURD

Weke KCD-Ewropa, ji bo rêvebûna pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, li ser bingeha xwedîderketina li vîna bi milyonan Kurdan, em ban gli hemû dewletên Ewropayê dikin ku dawî li qedexe û astengiyê li pêşiya sazî, dezgeh, komele, endam, rêveberên saziyên Kurd bînin û pêkanînên xwe yên antîdemokratîk rawestînin. Di vê çarçoveyê de em biryara betalkirina lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV û MMC şermezar dikin û diyar dikin ku ev biryar weke dewama Komkujiya Parîsê hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û demokrasiyê ye. Em bang li Danîmarkayê dikin ku vê biryara pîvanên Kopenhagenê binpê kiriye rawstîne û mafê weşanê li televîzyonên Kurd vegerîne."

ARMANC Û QADÊN XEBATÊ YÊN KCD-EWROPAYÊ

Di danezana encamê de, der heqê armanc û qadên xebatê yên KCD-Ewropa de ev agahî hatin dayîn:

  • " 1- KCD-Ewropa, rêxistinbûyîneke aştiyane, demokratîk, wekhevî û azadîperest e.
  • 2- KCD-Ewropa di xebatên xwe de cihêkariyê naxe navbera zayend, ol, bawerî û etnîkan.
  • 3- KCD-Ewropa, di xebatên xwe yên li dijî dijwarî û zexta fîzîkî û manewî ya li dijî mirovan de, di serî de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana Rakirina Her Şêweyên Cihêkar ên Dijwarya li hemberî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (CEDAW), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hemû danezanên mafên mirovan ên navnetewî yên bi naveroka azadî û mafên mirovan, ji xwe re esas digire.
  • 4- KCD-Ewropa, ji bo parastin û pêşvebirina mafên çandî, aborî, siyasî, civakî, nasname û ziman ên civaka Kurd li Ewropayê, weke ku di maddeya beriya niha de hat bilêvkirin, di çarçoveya hikmên danezanên gerdûnî, qanûn û mafên mirovan ên netewî û navnetewî de, xebatên demokratîk-qanûnî, dimeşîne.
  • 5- KCD-Ewropa, ji bo ziman, çand, nasname, mafên siyasî û civakî yên Kurdên li Ewropayê li her civaka pê re dijîn bê naskirin, dixebite, ji bo vê saziyan ava dike û yên heyî jî xurtir dike.
  • 6- KCD-Ewropa girîngiyeke mezin dide parastina nasnameya cewherî ya Kurdan û ahengiya wan a bi gelên welatên din re. Ji bo vê jî xebatan dimeşîne.
  • 7 - KCD-Ewropa, di çarçoveya pîvana civaka pirçandî de, ji aliyekî ve ji bo parastin û pêşvebirina çand û nasnameya Kurd dixebite, ji aliyê din ve jî hewl dide di navbera sazî û civakên din ên penaber re têkiliyê deyne.
  • 8- KCD-Ewropa, ji bo jin, ciwan, zarok û hemû beşên civakê yên ji avantajan bêparin, pîvana cihêkariya pozîtîf esas digire.
  • a) Ji bo jin di nava civakê de bibe xwedî maf û mercên wekhev, dixebite. Pê ve girêdayî, li dijî hemû rengên dijwariya li hemberî jinan projeyan ava dike û çalakiyan lidar dixe.
  • b) Ji bo jin karibin pirsgirêk û mafên xwe bi xwe binirxînin, KCD-Ewropa xwe li gorî vê birêxistin dike. Û di vê çarçoveyê de, bi rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û tevgerên jinan re hevkariyê dike.
  • c) Di hemû navgînên xwe yên xebatê de, di civat û komîsyonên xwe de kotaya ji 40'î ya zayendî esas digire.
  • d) Di mijara mafên zarokan de li gorî peymana navnetewî tevdigere, ji xwe re dike pîvan ku her zarok divê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, bi çand û nasnameya xwe bijî, li dijî her şêweyên bikaranîna zarokan, radiweste. 
  • e) Ciwanan weke dînamîka herî çalak a civakê dibîne, ji bo hemû pirsgirêk û pêdiviyên temsîlkariyê yên li qada jiyanê bên tedarikkirin, projeyên civakî, çandî, hunerî, perwerdeyî û sporî, diafirîne û bicih tîne. Ji bo ciwan ji narkotîk, çetebûyîn û hemû şêweyên bişavtinê bên parastin, çalakî û projeyan diafir3ine, bi saziyên ciwanan û rêxistinên civakî yên silvî re xebateke hevpar dimeşîne.
  • f) Pirsgirêkên astengdar û hemû komên ji avantajan bêparin tespît dike û ji bo çareseriya van pirsgirêkan polîtîkayan diafirîne.
  • g) Sporê ji rewşa bişavtin û dijminahiya navbera gel û civakan rizgar dike û ji bo pêşvebirina mejî, giyanî û bedenî, weke navgînên xizmetî gelan bike, birêxistin dike.
  • 9- KCD-Ewropa, ji bo nasnameya Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de bê qebûlkirin û parastin, xebatan dimeşîne. Bi vê armancê li welatên mijara gotinê, bi sazî û dezgehan re xebateke hevpar dimeşîne.
  • 10- KCD-Ewropa, ji bo mafê jiyaneke li hawirdoreke baş û parastina dengeya ekolojîk, projeyan diafirîne û bi sazî, dezgeh, kom û kesên bi vê armancê dixebitin re, karekî hevpar dike.
  • 11- KCD-Ewropa, ji bo agahdarkirina pirsgirêka gelê Kurd û wergirtina piştgiriyê ji bo çareseriya pirsgirêkê, li nava civakên Ewropayê xebatên lobiyê dimeşîne.
  • 12- KCD-Ewropa, ji bo bigihêje armancên xwe saziyên mîna Saziya Jinan, Saziya Çapemenî û Weşanê, Saziya Perwerdeyê, Navendên Spor û Ciwanan, Navendên Çand û Hunerê, Saziya Lêkolîna Zanistî, sazî, komîsyon, fon, weqf, kooperatîf, înstîtu, pirtûkxane, fona cenaze, însiyatîf, platforman ava dike û wezîfeyan li van saziyan parve dike.
  • 13- KCD-Ewropa,  der heqê ziman, dîrok û çanda Kurd lêkolînan dike û dide kirin;
  • a) Akademî, sazî, dezgeh û komîsyonan ava dike.
  • b) Berhemên mirovên li vê qadê xebatê dikin, bi rêya saziyên mîna weqf, pirtûkxane û arşîvan li hev kom dike, diparêze û belav dike.
  • c) Li saziyên rayedar ên welatên pêwendîdar, dikeve nava hewldanên çareseriyê.
  • 14- KCD-Ewropa, armancên rêziknameya xwe, bi xwe yekser û bi rêya sazî û dezgehên endam, bicih tîne.
  • 15- KCD-Ewropa, gava armancên xwe bicih tîne, dostaniya bi sazî û dezgehên Kurd ên ne endamên kongreya me ne, esas digire;
  • a) Bi wan re projeyên hevpar diafirîne û çalakiyan lidar dixe.
  • b) Projeyên li gorî rêziknameya wê yên li devre hatine amadekirin, di warê maddî û manewî de destek dike."