Dag: Dadgeh formalîteye, biryar li Enqere hatiye girtin
Dag: Dadgeh formalîteye, biryar li Enqere hatiye girtin
Dag: Dadgeh formalîteye, biryar li Enqere hatiye girtin
Di rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Amedê de delîlên derbarê xebatkarê Navenda Giştî yê DTP'ê yê berê Lutfu Dag hatin xwendin. Dag berî xwendina delîlan têkildarî îdianameyê de axivî û diyar kir ku, biryara dozê li Enqere hate dayîn û dadgeh tenê formalîte cihê xwe digire.
Rûniştna doza sereke ya KCK'ê ya Amedê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de 27 kesên girtî û parêzerên wan, werger û malbat amade bûn. Di rûniştinê de delîlên derbarê xebatkarê Navenda Giştî yê DTP'ê yê berê Lutfu Dag hatin xwendin. Dag parastina xwe bi riya wergerê kurdî kir. Berî xwendina delîlan Dag mafê axaftinê girt û diyar kir ku, doza ji sala 2009'an heta niha berdewam dike dozekî siyasî ye û biryara vê dozê li Enqere hate dayîn û wiha got: "Ji ber ku biryara vê dozê û hemû biryarên din li Enqere hatin girtin em niha çi bêjin li vir bêawateye. Ji ber vê yekê we jî xwe ji vê yekê re îkna kiriye. Ji destpêkê heta niha hûn wisa nêzîk dibin."
Dag anî ziman ku, di îdianameyê de agahiyên şaş cih girtine û ji ber vê yekê biryara tê dayîn jî dê şaş be û wiha axivî: "Hemû belgeyên parêzerên me û me yên têkildarî delîlan de pêşkêşkirin di dosyayê de tu guherîn çênekir. Ji ber vê yekê di vê dozê de tu hikûmê gotinê nemaye."
‘DADGEH FORMALÎTEYE, BIRYAR LI ENQEREYÊ HATIYE GIRTIN’
Dag da zanîn ku, dadgeh formalîteyekê bi cih tîne û wiha pê de çû: "Di 200 salên dawî de gelê kurd ji bo hebûna xwe biparêze li hemberî êrîşan her tim berxwe da. Her çiqas serhildan negihiştibin serkeftinê van berxwadanan heta îro hevûdu şopandin. Vê kevneşopiyê berî komarê û piştî avakirina komarê jî berdewam kir. Piştî sala 1923'an de hebûna kurdan hate înkarkirin."
Dema Dag axaftina xwe berdewam dikir heyeta dadgehê mudaxele li axaftinê kir û got: "Heke hûn wisa berdewam bikin em dê mîkrofonê bigirin. Hêj xwendina delîlan nehate kirin. Tiştên hûn dibêjin tu eleqeya wan bi delîlên di dosyayê de tuneye." Dag li gel mudaxeleya dadgehê axaftina xwe berdewam kir. Pişt re parêzerê Dag Mehmet Emîn Aktar axivî û wiha got: "Ji xwe piştî xwendina delîlan dê muwekîlê min bersiva wan bide. Parastina kes nayê sînorkirin."
HEVDÎTINA BI BAYDEMÎR RE BÛ SÛC!
Piştî parastina Aktar delîl hatin xwendin. Di xwendina delîlan de hate îdîakirin ku Dag di komsîyona aborî û çapemeniyê ya KCK'ê de cih digire. Di îdîanameyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê weke delîlên sûç ên Dag hatin nîşandan. Di îdîanameyê de tecîrda li Îmraliyê û pora Ocalan a bi zorê hate jê kirin weke "Qaşo îşkence" hate binaçavkirin. Di îdîanameyê de li gorî îfadeyên şahidê nepen Dag di nav 30 kesên koordînasyona KCK'ê ya Tirkiyeyê de cih digire cih girt, hevdîtinên telefonan û strana Oremar a di mîtîngê de hate gotin weke "qaşo sirûda rêxistinê" hate nirxandin.
Hevdîtina Dag a bi Osman Baydemîr re kir weke sûç hate hesibandin û hate îdîakirin ku Dag fermana Sabrî Ok ji Baydemîr re ragihand.
Di dema xwendina delîlan de navbera nîvro hate dayîn.