Dadgeriya DYA biryarnameya mafê mayîna koçberan nepejirand

Projeya Serokê DYA Barack Obama ya dixwest, bêyî erêkirina Kongreyê bi rêbaza biryarnameyê ji mîlyonan koçberan re mafê mayînê bide, ji aliyê dadgeriyê ve nehat erêkirin.

Projeya Serokê DYA Barack Obama ya dixwest, bêyî erêkirina Kongreyê bi rêbaza biryarnameyê ji mîlyonan koçberan re mafê mayînê bide, ji aliyê dadgeriyê ve nehat erêkirin. Dadgerekî federal hikum da, ku heta biryareke misoger ji dadgeriyê derkeve, biryarname bê rawestandin.

Di biryara bi îmzeya Dadgerê Dadgeha Federal a Bronsville Andrew Hanen a li eyaleta Teksasê de, biryarname heta nirxandina serlêdanên betalkirinê yên ji aliyê 26 eyaletan ve hat kirin, hat rawetandin. Eyaleta Teksasê jî di nav de 25 eyaletên ku piraniya wan ji aliyê Komargeran ve tên birêvebirin, li dijî qanûnê doz vekiribûn.

Bi vê biryara ku kêfa Partiya Komarger a li Kongreyê xwedî piraniya kursiyane anî, biryarnameya 11 mîlyon koçberên ne xwedî mafê mayînê ne eleqedar dike, wê nikaribe bicih were anîn. Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclîsa Nûneran a ku hejmara Komargeran lê zêde ye Bob Goodlatte got, "Obama yê ku bi awayekî yekalî tevgeriya û hewl da qanûnên me yên li ser koçberiyê ji nû ve binivîsîne, vîna Amerîkiyan ji nedîtî ve hat û destûra bingehîn binpê kir."

Goodlatte ragihand ku ew bi biryarê kêfxweş in û got, "Em ê destûrê nedin ku kesek bi tena serê xwe bi îmzeyekê yan jî bi telefonekê qanûnên me bê bandor bike."