'Dadgehên Amed û Stenbolê li dijî pêvajoya aştiyê ne'

'Dadgehên Amed û Stenbolê li dijî pêvajoya aştiyê ne'

Di rûniştina doza KCK'ê ya Amedê de siyasetmedarê Kurd û Cîgirê Serokê DTP'a Amedê Mehmet Akin diyar kir ku, pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin Serokwezîr, Serok Komar, MÎT û saziyên din jî piştgiriyê didin, lê dadgeha Amed û Stenbolê li dijî pêvajoya aştiyê derdikevin û piştgiriyê nadinê. Akin xwest heyeta dadgehê vê dosyayê bigire.

Rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê 57 jê girtî 4 serbest 61 siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn. Di rûniştinê de parlamenterên BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê BDP'ê ku peywira wî ji destê wî hat girtin Hatîp Dîcle jî amade bûn. Siyasetmedaran bi riya wergêr parastina xwe bi kurdî kirin. Destpêkê delîlên derbarê siyasetmedarê Kurd Kudbettin Kurt de hatin xwendin. Piştî nîvro delîlên derbarê Cîgirê Serokê DTP'a Amedê Mehmet Akin de hatin xwendin. Akin bi kurdî parastin kir.

Piştî delîlên derbarê Akin de hatin xwendin, Akin anî ziman ku, di suretê Qur'an-i Kerîm ê Enfalê de li ser dagirkerî û ganimetê hatiye nivîsandin. Akin da zanîn ku, di salên 1990'an de Saddam Huseyin li dijî kurdan komkujî pêk anî û di vê komkujiyê de Enfal hêt hat. Akin destnîşan kir ku, di 13'ê Nîsana 1990'an de komkujiya olî pêk hat û di 14'ê Nîsana 2009'an de komkujiya siyasî pêk hat û herdu komkujî jî bi plan û armanc pêk hatine. Li dijî kurdên Tirkiyeyê komkujiya siyasî û çandî pêk hatiye."

Dema Akin axaftina xwe berdewam dikir, heyetê mudaxale kir û pirsa "Em çima hatin vê mijarê?" Lê dîsa Akin axaftina xwe berdewam kir û wiha got: "Di 14'ê Nîsanê de bi destê dadgehê li dijî kurdan komkujiya siyasî pêk hat. Niha pêvajoyek nû hatiye destpêkirin. Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin Serokwezîr, Serok Komar, MÎT û saziyên din jî piştgiriye didin, lê dadgeha Amed û Stenbolê li dijî pêvajoya aştiyê derdikevin û piştgiriyê nadinê. Akin xwest heyeta dadgehê vê dosyayê bigire. Divê heyetên Dadgeha Stenbolê vekişîna gerîllayên HPG'ê li ber çavan bigire. Divê heyeta dadgehê vê qudreta ku dosyayan bigire di xwe de bibîne."

Akin delil û îfadeyên şahidên nepen jî red kir û diyar kir ku, ji ber ew rêveberê BDP'e ye girtina DTP'ê şermezar kiriye. Di îdîanameyen di derbarê Akin de hat îdiakirin ku, di kompîtûra wî de belgeyên aydî rêxistinê hatine dîtin. Akin jî da zanîn ku, belge û pirtûkên li cem wî hatine dîtin ne aydî rêxistinê ne û tu aliyê wan ê dijzagonî tune ye. Dîsa di derbarê Akin de bexşîşa ku ji bo partiyê hatiye komkirin ji weki delîl hat nîşandan.

Herî dawî parêzer Meral Daniş Beştaş jî parastin kir û diyar kir ku, DTP ji ber xebatên xwe yên siyasî tên darizandin û xwest ev îdîaname betal bibe. Heyetê pişti xwendina delîlan doz talopî sibê (14 Gulanê) kir.