Dadgehê, qebûl nekir ku doza KCK’ê bişînin DDB’ê

Dadgehê, qebûl nekir ku doza KCK’ê bişînin DDB’ê

Dadgeha 2. Cezayê Giran a Amedê, daxwaza parêzeran a doza sereke ya KCK’ê ya bi îdîaya cudatî hatiye kirin ji Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) re bê şandin red kir. Doza KCK’ê ya li Dadgeha 3. a Cezayê Giran a Stenbolê ya Dadgeha Destûra Bingehîn pêk tê, heta biryar bê dayîn wê li Amedê pêk were.

Doza KCK’ê ya Sereke ku 175 kes tên darizandin, li 2. Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Di rûniştina dozê de 25 kesên bi awayekî negirtî tên darizandin û parêzer amade bûn. Parêzer Cîhan Aydin di rûniştina dozê de diyar kir ku ji DGM’yan heta niha der barê dadgehên bi rayeya taybet di mijara bêalîtiyê de gumanên cidî hene, piştî rakirina dadgehên bi rayeya taybet, doz di dadgeheke din de ji cihê maye ku dewam dike, dijberî Destûra Bingehîn e û ji ber vê jî divê dosya ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bê şandin.

DADGEHÊ RED KIR

Piştî daxwaza parêzeran heyeta dadgehê navber da. Piştî 3 saetan nêrîna dozger hat pirsîn. Dozgerê Komarê xwest daxwaza şandina dosyayê ya ji Dadgeha Destûra Bîngehîn re bê redkirin. Dadgeha ku paşê biryara xwe aşkera kir,  daxwaza dosyaya dozê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bê şandin red kir.

Li ser vê yekê parêzerên mafê axaftinê wergirtin gotin ku eger Dadgeha Destûra Bingehîn doza li Stenbolê pêk tê daxwazê wek mafekî qebûl bike wê darizandin bê nûkirin. Serokê Dadgehê jî got ku kesên îfadeya wan nehatiye girtin hene û heta Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî doza KCK’ê ya Stenbolê biryara xwe bide wê darizandinê bidomînin.