Ciwanê Kobanî ku panzer pê lê kir veguhestin Rihayê
Ciwanê Kobanî ku panzer pê lê kir veguhestin Rihayê
Ciwanê Kobanî ku panzer pê lê kir veguhestin Rihayê
Ciwanê ji Kobanê Eso Salih Xillo ku li ser sînor wesayîta panzer a leşkerên Tirk pê lê kir piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dihate dermankirin, veguhestin Rihayê. Hate ragihandin ku di ser, pişt û lingên Xillo de şkestin çêbûne.
Li gundê Boydê yê li ser xeta sînor a Pirsûs-Kobanê de, panzera leşkerên Tirk pê li ciwanê Kurd ê ji Kobanê yê bi navê Eso Salih Xillo (25) ku motorsiklet diajot kir. Xillo rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û piştre jî ji wir veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Bijîşkan dan zanîn ku di ser, pişt û lingên Xillo de şkestin hene û li ser hişê xwe ye. Xillo di bin çavdêriya leşkeran de ji Pirsûsê birin Rihayê.