Ciwanan li Pirsûsê ji bo Kobanê rê girtin
Ciwanan li Pirsûsê ji bo Kobanê rê girtin
Ciwanan li Pirsûsê ji bo Kobanê rê girtin
Ciwanan li Pirsûsê ji bo êrîşa çeteyên DAIŞ a ji ser Tirkiyeyê ve şermezar bikin, rêya Rıha-Pirsûs û Pirsûs-Alîgor li çûnûhatinê girtin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji ser Tirkiyeyê re li hember li Pirsûsê ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin. Bi roj piştî êrîş hat bihîstin bi hezaran welatî herikîbûn sînor.
Danê êvarî jî bi sedan ciwanan alên YPG’ê, PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, li ser rêya Alîgor-Pirsûsê bend danîn.
Ciwanên ku agir pêxistin, bi konteynerên çopê rê li çûnûhatinê girtin. Ciwanên dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG” dibêjin, destûr nadin wesayît derbas bibin. Ciwanan di wesayîtan de nasname kontrol kirin.