Ciwan li Amedê êrîşên li hember Kobanê şermezar dikin

Ciwan li Amedê êrîşên li hember Kobanê şermezar dikin

Ciwanên YDG-H’yî yên êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar dikin, li navçeya Rezan li du nuqteyan rê li çûnûhatinê girtin û çalakî li dar xistin. Ciwanan demekê destûr nedan wesayît derbas bibin. Di navbera ciwanan û polîsên ku êrîş kirin pevçûnan rû da. Ekîbên polîsan ên hatin cihê bûyerê bêyî ti lêkolînekê bikin neçar man, ji herêmê veqetin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, danê êvarî ciwanên xwestin êrîşên li hember Kobanê şermezar bikin, li navçeya Rezzan Cadeya Sento li çûnûhatinê girtin. Ciwanan bi molotofan bersiv dan polîsên êrîş kirin.

Di heman saetan de ciwanên li ser Cadeya Sunay derketin kolanan, rê li çûnûhatinê girtin. Ciwanên rêya ji semta Koşuyolu ber bi Yenîşehîrê ve vedibe girtin, nasname kontrol kirin. Ciwanan li vir jî bi molotofan bersiv dan polîsên ku êrîş kirin.