Ciwan wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin

Kurdên li Elmanyayê bi dirûşma ‘Li dij faşîzmê serî rake, Rêber Apo azad bike’ dest bi çalakiyan dikin.

Meşa Dirêj ku 2’yê Îlonê li Dortmûndê wê dest pê bike, 7’ê Îlonê li Dusseldorfê wê biqede. Ciwanên Azad got, ‘’Di serî de ciwanên Kurdistanê, em bang li ciwanên şoreşger, demokrat, enternasyonalîst dikin ku tevlî Meşa me ya Dirêj bibin.’’

Meşa Dirêj îsal bi dirûşma, ‘’Li dij faşîzmê serî rake, Rêber Apo azad bike’ pêk tê. Koordînasyona Ciwanên Azad derbarê çalakiya 6 rojan bi daxuyaniyê bang li ciwanan kir ku tevlî meşê bibin û têkoşînê geş bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin di serî de Kurdistanê xaka Rojhilata Navîn her demê ji şerê desthilatê re bûne qad, bi paradigma ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan danî holê, ev şerê ku tim diguherî, hevseng û tifaqên vî şerî xira kir.

EV TECRÎDEKE BÊMÎNAK E

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Tecrîda li ser Rêberê me yê di bin esaretê de ye li dinyayê mînakên wê nîn in’’ û bi domdarî wiha hatiye gotin, ‘’Dev jê biqerin ku Rêberê me bi gel re têkilî deyne, nahêlin yek mirovî, nahêlin parêzerê xwe jî bibîne. Di nav şertên wiha de ku ti mirov nikare lê hilmê jî bistînin, li holê ye bê ka Rêbertiya me çawa li ber xwe dide.’’

2’YÊ ÎLONÊ DEST PÊ DIKE

Meşa me dirêj ku 2’yê Îlonê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê wê dest pê bike em bawer in ku ciwanên şoreşger wê bibêjin ‘serî hilde’ û li dijî faşîzmê rola xwe ya dîrokî pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên şoreşger, demokrat, enternasyonalîst dikin ku tevlî Meşa Dirêj bibin û li dijî faşîzmê dengê azadiyê û berxwedanê geş bikin.’’