‘Çima zimanê wan fêrî wan nakin?’
‘Çima zimanê wan fêrî wan nakin?’
‘Çima zimanê wan fêrî wan nakin?’
Hîndekara Beşa Zanistan Perwedehiyê ya Zaningeha Bogazîçiyê Prof.Dr. Fatma Gok diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê Kurdî bi salan astengiyên mezin hene û zimanê dayikê mafê mirovahiyê ye û wiha got: "Zimanê zikmakî û perwedehiya ziman mafekî xwezayî ye. Li welatekî çiqas ziman hebe ew dewlet ewqas dewlemend e. Zarokên Kurd jî divê wek zarokên cîhanê bi ziman û çanda xwe mezin bibin."
Hîndekara Beşa Zanistan Perwedehiyê ya Zaningeha Bogazîçiyê Prof.Dr. Fatma Gok ji bo zarokên Kobanê hat Pirsûsê. Gok diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê Kurdî bi salan astengiyên mezin hene û zimanê dayikê mafê mirovahiyê yê û wiha got: "Zimanê zikmakî û perwedehiya ziman mafekî xwezayî ye. Li welatekî çiqas ziman hebe ew dewlet ewqas dewlemend e. Zarokên Kurd jî divê wek zarokên cîhanê bi ziman û çanda xwe mezin bibin."
'KÎ KÎJAN ZIMAN DIXWAZE BILA FÊRÎ WÎ ZIMANÎ BIBE'
Gok anî ziman ku li Tirkiyeyê wek zarokên Kurd, zarokên Ereb, Suryanî û Ermenî jî divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Gok da zanîn ku kî kîjan ziman dixwaze bila wî zimanî fêr bibe û wiha axivî: "Me bihîst ku li wargeha AFAD'ê de zimanê erebî, tirkî û dersên olî fêrî zarokên kobaniyan bikin. Çima zimanê wan fêrî wan nakin? Em li hemberî vê hişmendiyê û neheqiyê têdikoşin. Ev helwest ji bişaftinê wêdetir tiştekî din nîn e. Welatiyên Kobanê nêzî du sala li kantonên xwe dest bi perwedehiya zimanê xwe kirin û ji ber şer ji welatê xwe koçberbûn. Ev mirovan dê heta demek ê dê li vir bimînin. Ev israra dewletê li ser zarokan nayê pejirandin."
'EM LI HEMBERÎ HIŞMENDIYA BIŞAFTİNÊ NE'
Gok bilêv kir ku divê dewletê bi pêşengiya mamostêyên Kurdî dibistana zimanê Kurdî vekiriba û lêçûnên wê jî dewletê daban. Gok destnîşan kir ku heke wisa bidome dê di aliyê pedegojîk de pirsgirêk hîn kûr bibe. Gok anî ziman ku piştî zimanê wan hînî wan kirin dikarin zimanê Tirkî jî weke zimanê duyemîn bê dayîn û wiha pêde çû: "Em ne li hemberî zimanan e. Em li hemberî hişmendi û helwesta li dijî zimanê zikmakî ne. Ev helwesta hişmendiya bişaftinê ye û bi niyetek xerab e."
'DEWLET ALÎKARIYAN DIDE ÇETEYAN'
Gok bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk dide çeteyên DAIŞ'ê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di serî de helwesta Tirkiyeyê bi pirsgirêk e. Di destpêka şerê Kobanê de dewleta Tirkiyeyê alîkariyê dide çeteyan. Berê veşartî alîkarî didan çeteyan lê di vê dawiyê de bi awayekÎ aşkera vê piştgiriyê didin. Hemû kes vê yekê dizane. Rûyê wan derket holê. Ev feraseta wan şaş e. Divê dewlet alîkariyê neda wan û ji alîkariyên wan re astengiyan derxe."