Cîhaza guhdarkirinê li akademiya siyasetê ya DBP’ê hat dîtin
Cîhaza guhdarkirinê li akademiya siyasetê ya DBP’ê hat dîtin
Cîhaza guhdarkirinê li akademiya siyasetê ya DBP’ê hat dîtin
Li hundirê salona perwerdeyê ya Akademiya Siyasetê ya DBP’a Êlihê, cîhazeke guhdarkirinê ya ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye bicihkirin hate dîtin. Bicihkirina cîhazê, guhdarkirina siyasetmedarê Kurd tîne bîra mirov. Hate hînbûn ku wê DBPa Êlihê li gel ÎHD û Baroya Êlihê li dozgeriyê gilî bike.
Di qaseya prîza elektrîkê ya salona perwerdeyê ya Akademiya Siyasetê ya DBP’a Êlihê de cîhaza guhdarkirinê (kêzik)hate dîtin. Kêzik ji aliyê xebatkarên akademiyê ve hate dîtin. Kêzik, bi kabloyên prîzê ve hatiye zeliqandin û nayê zanîn ji kîjan demê ve hatiye bicihkirin. Piştî ku xebatkarên akademiyê, rêxistina DBP’ê ya Êlihê der barê mijarê de agahdar kirin, rêveberiya DBP’ê jî destpêkê serî li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Baroya Êlihê da. Hate hînbûn ku wê rêxistina DBP’ê sibê li gel rêveberên ÎHD û Baroyê, li dozgeriya Êlihê gilî bike.
Dîtina kêzikê, taktîka guhdarkirina siyasetmedarên Kurd tîne bîra mirov û di serdemên operasyonên KCK’ê de jî her tim guhdarkirina siyasetmedaran di rojeva dadgehê de bû.