Cîhan Şalk spartin axê
Cîhan Şalk spartin axê
Cîhan Şalk spartin axê
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema dihat xwestin wesayîta cenaze bi dehfan bê xebitandin, zarokê bi navê Cîhan Şalk ê din wesayitê de ma û jiyana xwe ji dest da, spartin axê.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê dema cenazeyê gerîlayekî HPG’ê yê duh bi şev jiyana xwe ji dest ji bo otopsî dibirin Amedê, wesayîta cenaze ku xera bû, welatiyan xwest bi dehfan bidin xebitandin, di wê kêliyê de zarokekî bi navê Cîhan Şalk di bin wesayîtê de ma û jiyana xwe ji dest da. Şalk li Silopiya hat defnkirin.
Zarokê biçûk piştî birîndar bû ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê piştî mudaxeleya yekemîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin. Şalk ê di rê de jiyana xwe ji dest da, rakiribûn morga nexweşxaneyê.
Piştî karûbarên li vir, malbat ji bo cenaze veşêrin careke din bi cenaze re vegeriyan Silopiya. Cenazeyê zarokê biçûk danê sibehê piştî nimêja cenaze li Goristana Taxa Barbaros hat defnkirin.