Çete li ber çavên leşkeran wesayîtên sivîlan dişewîtinin
Çete li ber çavên leşkeran wesayîtên sivîlan dişewîtinin
Çete li ber çavên leşkeran wesayîtên sivîlan dişewîtinin
Çeteyên DAIŞ'ê qada di navbera gundên Goktepe yê Bêrecûkê û Koralî yê Kobanê di bin kontrola leşkerên Tirk de ye, sivîlan gulebaran dikin. Çeteyan wesayîtê welatiyên sînor derbaskirin û çûn gundê Goktepe li ber çavên leşkeran şewitandin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji eniya rojava derbên giran ji şervanên YPG'ê xwarin, êrîşî welatiyên sivîl ên li herêmê dikin. Çeteyên ku duh ji aliyê rojava êrîş kirin li ser bersivdayîna şervanên YPG'ê yek jê emîr 4 çete hatibûn kuştin. Çeteyên ku derbên giran xwarin vê carê berê xwe dan sivîlên di navbera gundên Goktepe yê Bêrecûkê û Koralî yê Kobanê û gel gulebaran kirin.Li ser vê êrîşa çeteyan di nava wan de zarok, kal û pîr jî hene gelek welatî çûn nêzî gundê Goktepeyê û li wir rawestiya ne. Çete li ber çavên leşkeran wesayîtên sivîlan şewitandin.
Rawestandina welatiyan a li nêzî gund didome.