Çete dîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin
Çete dîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin
Çete dîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê dîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî bajarê Kobanê kirin û êrîşa wan ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate şikandin. Her wiha şervanan çalakiyên bi bandor li dijî çeteyan li dar xistin.
Li gora çavkaniyên herêmî çeteyên DAIŞ’ê di saetên ber êvarê de dîsa ji aliyê sînorê Dewleta Tirkiyeyê ve di bin çavdêriya wesayîtên leşkerî yên zirxî (dûpişk) hewldan ji aliyê rojava ve derbasî herêma Kobanê bibin, rastî bersiva şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat hatin. Der barê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha çavkaniyên YPG’ê jî der barê vê bûyerê de heta niha ti daxuyanî nedane.
Li aliyê din jî nûçegihanên ANHA’yê yên li herêmê ragihandin ku li eniya rojhilat li derdora Şaredariyê çeteyan danê berê êvarê hewl dan ku êrîşekê pêk bînin, lê ev hewldana çeteyan ji aliyê şervanên YPG’ê ve zû hate ferqkirin û yekser hewldana çeteyan hate bêbandorkirin.
Her wiha li eniya başûr jî hate zanîn ku şervanên YPG’ê li gelek nuqteyan li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistine. Der barê van çalakiyan de jî heta niha agahî nehatine bidestxistin.