Çete darbeyên giran dixwin

Çete darbeyên giran dixwin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di operasyona YPG’ê ya ku şevê din li Taxa Botana Şerqî ya li başûrê rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan dabû destpêkirin de, 22 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên şevê din ên li Kobanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de, hate diyarkirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 82’yan de dewam dikin, lê şervanên YPG/YPJ’ê li hemû eniyan serwerî bi dest xistin û operasyonên li hemberî deverên ku çeteyan dagir kirine bênavber dewam dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de der barê encamên şer û pevçûnan de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me, şevê din li eniya başûr, li hemberî çeteyên ku li sînorê taxa Botana Şerqî bicîh bûne operasyonek pêk anîn. Operasyon heta sibehê dewam kir û hêzên me derbeyên giran li çeteyan xistin.

Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê herêmê 22 çete hatine kuştin, 14 cenayên çeteyan, 14 kelaşnîkof, 5 hezar guleyên kelaşnîkofan, 62 jarjorên kelaşnîkofan, 20 bombeyên destan û 3 bêtêl ketine destên hêzên me.