Cerdevanên Sasonê kemîn danîn

Cerdevanên Sasonê kemîn danîn

Hate hînbûn ku li navçeya Sason a Êlihê, cerdevan û leşker ketine kozikan û rêya gerîlayên HPG'ê  yên ji Dêrsim, Çewlik û Amedê vedikişin digirin.

Bi destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk re, gerîlayên HPG'ê li herêma Dêrsim, Çewlik û Amedê dest bi vekîşînê kirin. Çavkaniyên heremî ragihandin ku cerdevanê gundê Cemalê û Hargorkê û leşkerên ji Qereqola Leşkerî ya gundê Kaxikîk ên girêdayî navçeya Sasonê kemîn diavêjin pêşiya komên HPG. 

Hate hînbûn ku kemînên ji aliyê cerdevan û leşkeran ve hatine danîn li herêma çiyayên Serêspî û Zoveser ne. Li gorî agahiyên çavkaniyên heremî dan ji duh ve ev kemîn hatine danîn û liv û tevgera leşkeran û cerdevanan di dome. Lê ne hatiye zanîn heta niha ka li wan heraman rageşiyek û pevçûnek rû daye an jî neda ye. Lê aliyê din hate hîn bûn ku cerdevan û leşker di kemînan de radiwestin. Çavkaniyan, da zanîn li gundiyên li heremê dijîn ji van kemînan bi gumanîn û tirsek xistiye dilê wan.