Cerdevanê hate berdan: Nebin qatilê birayên xwe
Cerdevanê hate berdan: Nebin qatilê birayên xwe
Cerdevanê hate berdan: Nebin qatilê birayên xwe
Cerdevanê binavê Yuksel Akarsu ku ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hat binçavkirin, piştî 21 rojan serbest hat berdan. Akarsu bang li hemû cerdevanan kir û xwest êdî nebin kujer û qatilên birayên xwe. Akarsu xwest ji bo 950 TL neçin xwe nedin kuştin û nekujin.
Di 29'ê Nisanê de li ser pira Geliyê Burgudere yê navçeya Paluya Xerpêtê cerdevanê gund Yuksel Akarsu, ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hat binçavkirin. Yuksel Akarsu piştî 21 rojan ji aliyê Rêveberên ÎHD û BDP'ê û birayê cerdevan Ahmet Akarsu ve hat teslîmgirtin.
Cerdevan Akarsu piştî serbest hat berdan, axivî û wiha got: "Gundê me berê vala bibû. Di sala 2003'an de em dîsa vegeriyan gundê xwe û me dest bi çandiniyê û sewalkariyê kir. Wê demê dema trên hatin bombekirin em her tim li gund rastî zext û zordariyê hatin. Di 29'ê Nîsanê de li qereqolê leşkeran got 'gerîlla katirvan revandin e' Ji bo ku ez ji biçim kontral bikim ez çûm çiyê. Dema ez li çiyê bûm leşker bi telefonê li min geriyan û gotin hinekî din dakeve jêr. Dema ez daketim jêr min heval dîtin. Wê demê ez tirsiyam ku min bikujin. Dema ez dîtim eleqe û hezkrin nîşanî min dan. Piştî ez girtim 21 rojan ez li cem xwe girtim. Ji ber eleqeya zêde ez her tim şok bûm. Ew qas baş û bi nezaket bûn, ez matmayî mam. Dewletê tu gav neavêt. Bila xwedê tu zerarê nede gerîlla. Xwedê ji wan razî be."
‘DEST JI ÇEKAN BERDIN NEBIN QATILÊ BIRAYÊN XWE’
Akarsu anî ziman ku, kesekî bi qasî wan ji welatê xwe hez dikir û hemû daxwazên leşker pêk dianî tune bû. Lê dema ez hatim binçavkirin kes bi min eleqeder nebû. Em dixwazin êdî hemû cerdevan dest ji çekan berdin û piştgiriyê bidin doza gelê Kurd. Bila ji bo xatirê 950 TL neçin xwe nedin kutin. Bila neçin birayê xwe nedin kuştin. Bila nebin qatilê birayê xwe. Bila li pêş birayên xwe nebin asteng û barîkat.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Çewlîkê Mehmet Can Înce jî diyar kir ku, gêrilla li gorî ruhê pêvajoyê tev digerin û wiha got: "Me dît ku gerilla bi awayekî pir guncaw tev digere. Em spasiya wan dikin."
Hevserokê BDP'a Çewlikê Halîs Yurtsever jî anî ziman ku "Piştî birêz Ocalan di 21'ê Adarê de banga dîrokî ji bo pêvajoya nû kir ji aliyê hemû cîhanê ve rastî eleqeyek mezin hat. Îro me birayê xwe Yuksel bi saxî û silametê wirgirt. Gerîlla ji ber peywira xwe ji ber ku birayê me cerdevan bû ew binçav kirine. Lê dîsa ew bi saxî teslîmî me kir. Em ji hevalên xwe yên gerilla re spasiyên xwe tînin ziman. Ew ne ji bo tiştekî derketin çiyê ji bo azadiya xwe çûn çiyê. Ji bo gerîlla birayê me bi saxî teslîmî me kir em ji wan û Birêz Ocalan ku ev pêvajoya aştiyê da destpêkirin re spas dikin. Em bang li çar perçeyên Kurdistanê dikin û em dibêjin pergala cerdevaniyê pergala îxanetê ye. Dixwazin bira bibira bidin kuştin."