Cenazeyên gêrîlayan ên li Cûdî hatin dîtin şandin Meletiyê
Cenazeyên gêrîlayan ên li Cûdî hatin dîtin şandin Meletiyê
Cenazeyên gêrîlayan ên li Cûdî hatin dîtin şandin Meletiyê
Cenazeyên ku li quntara çiyayê Cûdî hatin dîtin û hate diyarkirin ku aydê gêrîlayên HPG’ê Erefat Aşkan (Herekol Cûdî) û Selîm Goksû (Mahîr Serhat) şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Duh karkeran li derdora gundê Cifane yê li quntara Çiyayê Cûdî, 2 cenazeyên ku hate diyarkirin aydê gêrîlayên HPG’ê ne dîtibûn. Di nota ku li ser cenazeyan hatibû dîtin, hatibû nivîsîn ku, Erefat Aşkan (Herekol Cûdî) yê ji Silopiyê û Selîm Goksû (Mahir Serhat) yê ji navçeya Gogsî yê Erziromê gêrîlayên HPG’ê ne. Cenaze biribûn Qereqola Cendirmeyan ya Madenê, Serdozgerê Komarê yê Şirnexê hatibû qereqolê û hûrkolîn pêkanî bû.
Piştî karûbarê fermî li qereqolê hate kirin, cenazeyên gêrîlayên HPG’ê Aşkan û Goksu ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.