Cenazeyên gerîla Kaplan û Karahan şandin Meletiyê
Cenazeyên gerîla Kaplan û Karahan şandin Meletiyê
Cenazeyên gerîla Kaplan û Karahan şandin Meletiyê
Bi hezaran kesên cenazeyên endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmed Goyî) û endama HPG'ê Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cîzre) yên ji Çiyayê Katoyê wergirtin, şandin Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê.
Gerîlayên HPG'ê yên di dema bidawîbûna Festîvala Berxbir a Çand û Xwezayê ya li Deşte Laleşê de hatin cihê festîvalê, cenazeyên Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmed Goyî) û gerîlaya HPG'ê Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cîzre) radestî gel kirin. Girseya gel cenaze bir Elkê, lê leşker û polîsan pêşî li girseyê girtin.
Li navçeya Şirnex Elkê, gerîlayên HPG'ê yên di dema bidawîbûna Festîvala Berxbir a Çand û Xwezayê ya li Deşte Laleşê de hatin cihê festîvalê, cenazeyên Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmed Goyî) ê di şerê 15-15'ê Cotmeha sala 2012'an de bi giranî birîndar bû dûre jiyana xwe ji dest da û gerîlaya HPG'ê Nêrgiz Karahan (Nêrgiz Cîzre) a di şerê navbera 1-6'ê Mijdara sala 2012'an ê li Çiyayê Katoyê de jiyana xwe ji dest da, radestî gel kirin. Girseya gel a cenaze wergirt, bi karwanek ji sedan wesaîtî ber bi navçeya Elkê ve bi rê ket. Lê belê, li ketina navçeyê karwan ji aliyê bi sedan polîs û hêzên taybet li ber Fermandariya Tûgayê a li Elkê hat rawestandin. Piştî danûstandina, polîs û leşkeran benda xwe rakirin û girseyê cenaze anî navçeyê.
Cenazeyên bi karwana ji sedan wesaîtî anîn navçeyê, li her rêgehê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin pêşwazîkirin. Ji nişka ve navenda navçeyê bi mirovan tijî bû û girseyê darbestên gerîlayên HPG'ê hilgirt ser milê xwe û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Hevserokê Rexistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar li vir axaftine kurt kir û got, gelê Botanê careke din dîrok nivîsand. ber bi nexweşxaneyê ve dest bi meşê kir.
Piştî ku dozgeriyê kar û barên xwe temam kir, cenazeyên herdu gerîlayan ji bo otopsî were kirin şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.