Cenazeyê têkoşera Kurd Şehnaz Hesen gihişt Qamişlo

Cenazeyê têkoşera Kurd Şehnaz Hesen gihişt Qamişlo

Cenazeyê têkoşera Kurd Şehnaz Xurşît Hesen (Şehnaz) ku li bajarê Elmanay Essenê di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dabû, gihişt  bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.

Îro di saetên nîvro de ccenazeyê têkoşera PKK᾿ê Şehnaz Hesen gihişt cihê lê dayîk bû û ji aliyê malbata Hesen, Saziya Malbata Şehîdan, Serokatiya Meclîsa Gel a Qamişlo û Heyva Sora a Kurd hate pêşwazîkirin. Piştî ku doktoran biryara derbasbûna cenaze erê kir, cenaze ji aliyê malbatê hate girtin û derbasî Qamişlo hate kirin. Ji vir cenazeyê Hesen birin mala bavê wê ya li taxa Qudûrbekê. Piştî nêrîna dawî ji aliyê malbatê ve, cenaze birin mizgefta Xalid Bin Elwelîd.

Saziya Malbatê Şehîdan li Qamişlo diyar kir saet di 17.00᾿an de cenaze bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Serûxan bê definkirin.

Rêveberiya Meclîsa Gel a Qamişlo jî, ji ber alîkariya Şaredariya Nisêbînê ya bi wan re spas kir.