Cenazeyê Şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemed hat veşartin

Cenazeyê Şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemed hat veşartin

Cenazeyê Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zîwer Silêman ku di encama êrîşa komên çetê yên nêzî Cebhet El-Nesra li ser benda kontrolê ya YPG᾿ê ya li Gundê Biêrîr a Til Temirê jiyana xwe jidest da, ji aliyê hezaran kesî ve li goristana şehîd Rustem hate definkirin.

Li Dirbêsiyê bi hezaran kes saet di 15.00᾿an de li ser riya ketina bajêr ji aliyê Amûdê ve ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman ku ji Amûdê ji aliyê hezaran kesî ve hatibû oxirkirin, hatin cem hev. Welatiyê ku ji bo pêşwazîkirina cenaze hatin cem hev wêneyên şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman, al û sembolên kurdî rakirbûn û bê navber silogan dilsoziya bi YPG᾿ê re û ᾿̓Şehîd namrin᾿̓ diqîriyan.

Cenaze saet di 16.00᾿an de gihişte Dirbêsiyê û ji aliyê hezaran kesî ve bi siloganan hate pêşwazîkirin. Li vir girseyê cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman li ser Milan kir û di nava kolanên bajêr re ber bi meydana şehîdan a li ser riya Serêkaniyê meşiyan. Dema ku cenazeyê şervanê YPG᾿ê gihîşte Meydana Şehîdan ku posterên Şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman, al û sembolên kurdî hatbû xemilandin. Li vir merasîm hate lidar xistin. Merasîm birêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de gelek peyam û axaftin hatin kirin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fayiz Umer axivî, li ser navê Malbata Şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman bavê wî Mihemed Silêman axivî û da zanîn ku ew ê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.

Di merasîmê de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û da zanîn ku berdewama şehadetê tê wateya berdewama jiyan û berxwedanê ye. Xelîl, diyar kir ku gelê Kurd heta dawî dê li ser xeta berxwedana rewa bimeşin û helwesta hin partiyên Kurd ku dixwazin tevliheviyê di herêmê de dirbixin û ji bo berjewendiyên xwe îradeya teslîmkariyê li ser gelê Kurd ferz bikin şermezar kir.

Piştî ku merasîm bi dawî bû cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem a li Gundê Berkevirê ve hate bi rê kirin û li vir ji aliyê girseyê ve hate spartin.

Şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemed Silêman di sala 1988᾿an li Gundê Ebduselamê ya girêdayî Abû Rasên ji dayîk bûye. Di encama êrîşa komên çekdar ên nêzî Cebhet El-Nesra de ya li gundê Biêrîr a Til Temirê jiyan xwe ji dest da.