Cenazeyê şervanê YPG’ê li Kobanê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê li Kobanê spartin axê

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hecî Ehmed ku ji ber nexweşiyekê li paytexta Sûriyeyê Şamê jiyan xwe ji dest da bû, li Kobanê spartin axê.

Piştî cenazeyê şervanê (YPG) Hecî  Ehmed gihîşte bajarê Kobanê, bi hezaran welatiyên Kobanê li navenda sporê ya bajêr kom bûn û li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê Tabûra Şehîd Serhed a girêdayî Tugaya Şehîd Sadiq Kobanî hate lidarxistin. Marasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Os Osman û hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Kobanê Ehmed Şêxo axivîn.

Piştî cenazeyê şervanê YPG’ê Hecî Ehmed ber bi gundê Tirmîkê yê girêdayî bajarê Kobanê ve hate birêkirin û cenaze li goristana şehîdan a gund spartin axê.

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hecî Ehmed li gundê Kanî Murşidê ya bajarê Kobanê ji dayîk bûye û di 16’ê cotmeha 2012’an de tevlî YPG’ê bûye.