Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cîhanoglu li Tatos hat definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cîhanoglu li Tatos hat definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Hamdullah Cîhanoglu (Zinar Tekman) ê ku di roja 79'an a berxwedana Kobanê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Xirbasor a navçeya Tatosê ya Erziromê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Hamudullah Cîhanoglu (Zinar Tekman) ê ku di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên axa Tirkiyeyê bikaranîn de li navçeya Xinisê ya Erziromê ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" ve hate pêşwazîkirin. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn û esnafan dikanên xwe girtin. Cenazeyê Cîhanoglu bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê anîn Tatosê. Konvoya cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Girse li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê rêzgirtin pêk anî û sruda "Çerxa Şoreşê" xwend. Piştre cenazeyê Cîhanoglu ber bi gundê Xirbasor ve derxistin rê.

Cenazeyê Cîhanoglu piştî vecîbeyên olî yên li mizgefta gund bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG/YPJ" û "Bijî berxwedana Kobanê" hate definkirin.

Piştî karên definkirinê Serokê Rêxistina DBP'ê yê Tatosê Aydin Durdenîz diyar kir ku yê mafê xwe ji wan zelal bike Ziran Tekman e û gotinên Serokomar Erdogan ên "Kobanê ku der e, Amed ku der e" bi bîrxistin û wiha got: "Tatos Kobanê ye û Kobanê Tatos e."

Pismanê Cîhanoglu Çetîn Cîhanoglu jî wiha got: "Êdî bes e bila dewleta Tirk mafên me bide. Me hezaran şehîd dan."

Piştî merasîma cenaze girseyê mala sersaxiyê ziyaret kir û sersaxî li malbatê dan.