Cenazeyê Leyla Şahîn ji tiba edlî hat wergirtin
Cenazeyê Leyla Şahîn ji tiba edlî hat wergirtin
Cenazeyê Leyla Şahîn ji tiba edlî hat wergirtin
Cenazeyê şervana YPJ’ê Leyla Şahîn a di şer û pevçûnên Kobanê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tiba Edlîı ya Riha hat wergirtin û ji bo bê defnkirin ber bi Mûşê ve hat şandin.
Cenazeyê şervana YPJ’ê Leyla Şahîn (Têkoşîn Zîlan) a di êrîşa çeteyên DAIŞ a bi piştgiriya Tirkiyeyê, jiyana xwe ji dest da, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re radestî malbatê kirin. Cenazeyê şervana YPJ’ê Şahîn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji wir jî ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Riha.
Cenazeyê Şahîn ku danê êvarî ji Saziya Tiba Edlî ya Riha hat wergirtin ji bo defnkirinê ber bi Mûşê ve hat rêkirin. Cenazeyê Şahîn wê li bajaroka Rustemgedîk a Kopa Mûşê bê defnkirin.