Cenazeyê Gêrîlayê HPG'ê Angay hêj winda ye!

Cenazeyê Gêrîlayê HPG'ê Angay hêj winda ye!

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Vedat Angay ê ku di 7'ê çileya 2013'an de li navçeya Çelê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da hêj nehatiye peydakirin. Birayê gêrîla Angay Alî Angay diyar kir ku, rayedarên leşkeran ji bo xebatên lêgerînê bidin destpêkirin li benda berf bihele man lê ligel 4 meh derbaz bûn hêj tu gav nehatine avêtin. Angay anî ziman ku, bi pêvajoya hate destpêkirin êdî tu hincetên rayedaran neman.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Vedat Angay (Cegerxwîn Qoser) ê ku di 7'ê çileya 2013'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da hêj nehatiye dîtin. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê ligel hewildanên malbata gêrîla Angay û ÎHD'ê rayedarên leşkeriyê bi demsala zivistanê bikirin hincet û lêgerînê berfireh nekirin û dan rawestandin.

2 hefte piştî bûyerê malbata Angay a bi alîkariya ÎHD'ê çû cihê bûyerê rayedarên leşkeriyê ji wan re gotin piştî berf heliya dikarin lêgerînê berfireh bikin. Birayê Angay Alî Angay bertek nîşanî ligel 4 meh derbaz bûn û lêgerîn nehatin destpêkirin da û ji DÎHA’yê re diyar kir ku, hinceta rewşa hewayî ya rayedarên leşkeran nîşan dida û pirsgirêkên ewlehiyê jî ji holê rabûn tu gav nehatin avêtin. Angay anî ziman ku, di dîroka bûyer pêk hat de rayedarên leşkeriyê ji ber şertên hewayî yên nebaş û pirsgirêka ewlehiyê lêgerînekî berfireh nekirin û ji ber vê yekê cenaze nehate dîtin lê ligel rayedarên leşkeran got dê piştî 2 meh şunda careke din lêgerînê bidin destpêkirin tu lêgerîn nekirin. Angay da zanîn ku ligel 4 meh bi ser bûyerê de derbas bûn hêj tu gav nehatin avêtin êşa wan zêde dike.

Angay destnîşan kir ku, ji bo rayedarên leşkeriyê li herêmê lêgerînan nekin tu hincetên wan neman û wiha got: "Êdî ne pirsgirêka rewşa hewayî ya nebaş û ne jî pirsgirêka ewlehiyê nemaye." Angay bang li BDP, ÎHD û rayedarên leşkaran kir ku lêgerînekî berfireh bidin destpêkirin. Angay bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin û piştî HPG'ê jî xwe vekişand pêvajoyekî nû hate destpêkirin. Angay da zanîn ku, ev pêvajo ji bo hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewletê dê bibe azmûnekî samîmiyetê û wiha axivî: "Heke hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewletê samîmî bin divê gavan bavêjin û şaştiyên kirin sererast bikin. Dozgeriya Komarê ya Qoserê di kolandinên li Ebukatarê kirin piştî 18 sal şûnda hestiyên cenazeyên 2 zarokên malbata Yalçinkaya hatin dîtin. Ez hêvî dikim ku dê îro jî dozgerekî din ji bo cenazeyê birayê min bê dîtin destûra lêgerînê bide."