Cenazeyê gêrîla Kuday hate wergirtin

Cenazeyê gêrîla Kuday hate wergirtin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Halef Kuday (Herekol Cûdî) ê ku cenazeyê wî li quntarê Çiyayê Cûdî hate dîtin ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin.

2 cenezayên hate diyarkirin aydê gêrîlayên HPG'ê ne, duh li nêzî goristana gundê Cîfane ya Şirnexê ji aliyê madenvanan ve hatibûn dîtin û ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Meletî. Derket holê ku ji cenazeyan yek yê gêrîlayê HPG'ê Halef Kuday (Herekol Cûdî) ye. Di nîşeya li ser cenazeyan hatî dîtin de jî navê weke Arafat Aşkan hatibû nivîsandin. Cenazeyê Kuday ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin û ber bi Silopiyê ve derxistin rê.

Cenazeyê gêrîla Kuday dê sibê saet di 09.30'an de li taxa Nuh li Mizgefta Kevser piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn dê li Goristana Şehîtlikê ya Başakê bi girseyî bê definkirin.

Hate gotin ku, gêrîla Kuday di operasyona li Çiyayê Cûdî ya artêşa Tirk a di 7'ê kanûna 2011'an de ji bo dîl nekeve dest, xwe di zinar de avêtibû û jiyana xwe ji dest dabû.