Cenazeyê gêrîla Karataş ji bo otopsiyê şandin Meletiyê

Cenazeyê gêrîla Karataş ji bo otopsiyê şandin Meletiyê

Malbata gêrîlayê HPG'ê Cûma Karataş (Elîşêr Serhat) ku di êrişa hewayî ya balefirên şer ên tirk a di 26'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da, duh cenazeyê kurê xwe wergirtin û anîn Tirkiyeyê. Piştî cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, dozger ji bo otopsiyê cenaze ji Silopiyê şandin Meletiyê.

Di 26'ê Sibata 2013'an de balefirên şer ên tirk li herêma Zap, Qendîl û Garê 13 seetan bombe barandin. Di bombebaranê de gêrîlayê HPG'ê Cûma Karataş (Elîşêr Serhat) jî di nav de 4 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî bûyerê malbata gêrîla Karataş çûn herêma Başûrê Kurdistanê û cenazeyê kurê xwe wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe Karataş wergirtin şevê din di Deriyê Sînor ê Xabûrê re anîn Tirkiyeyê. Cenazeyê gêrîla Karataş, ji aliyê Rêveberên BDP'ê yên Silopiyê endamên meclisa şaredariyê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, nûneren MEYA-DER'ê yên Cizîr û Silopiye ve hat pêşwazîkirin.

Girseya ku li deriyê sînor kom bûn cenazeyê gêrîla Karataş bi siloganên "Şehîd Namirin" pêşwazîkirin. Di deriyê sînor de Ambulansa Şaredariya Cizirê cenazeyê gêrîla Karataş wergirt û anîn Morga Nexweşxaneya Dewlete ya Silopiyê.

Serê sibê dozgeriyê ji bo otopsiyê cenazeyê gêrîla Karataş şandin SaziyaTipa Edlî ya Meletiyê. Cenazeyê gêrîla Karataş piştî karê otopsiyê li bendê ye ku bibin Navçeya Norşînê ya Bedlisê ku lê ji dayik bibû defin bikin.